Wezareta Pêşmerge: Îsal di êrişên DAIŞê de 356 kes şehîd û 480 kes birîndar bûn

27-12-2021
RÛDAW
Cihê êrişeke pêştir a çekdarên DAIŞê bo ser hêzên Pêşmerge. Wêne: Huner Hemîd / Rûdaw
Cihê êrişeke pêştir a çekdarên DAIŞê bo ser hêzên Pêşmerge. Wêne: Huner Hemîd / Rûdaw
Nîşan Wezareta Pêşmerge DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên DAIŞê li navçeyên Başûrê Kurdistanê yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, ji destpêka îsal ve 229 êrîş pêka nîne ku herî dawî rêze êrîşên meha bihorî bûn ku têde 22 pêşmerge û 3 welatiyên sivîl şehîd bûn. Li gorî amarên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji Wezareta Pêşmerge ve bidest xistine, di encama êrîşên salekê de 356 kes şehîd bûne, 480 birîndar bûne û 33 kes jî hatine revandin.

Dawiya meha bihorî, çekdarên DAIŞê çend êrîş li dijî sengerên hêzên Pêşmergeyan kirin. Sedema wan êrîşan hate vegerandin bo hebûna wê valahiya ewlehî, ku piştî bûyerên 16yê Cotmeha 2017an, di navbera Artêşa Iraqê û Pêşmergeyan de, dirust bû.

Li gorî nûtirîn amar ku roja 26-12-2021ê Wezareta Pêşmerge dane Tora Medyayî ya Rûdawê, ji destpêka salê ve heta 31-22-2021ê, “Çekdarên DAIŞê 229 kiryarên terorîstî li Navçeyên Kurdistanî yên Derveyî Rêveberiya Herêma Kurdistanê pêk anîne, di encamê de 356 şehîd, 480 birîndar û 33 revandî hebûn.”

Ji bo nehiştina wê valahiya ewlehî, ku di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê de heye, biryarên ciyawaz hatine dan, ji wan jî damezrandina lîwayên hevbeş bû.

Cebar Yawer, Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ragihand, “Du lîwayên hevbeş pêştir biryar li ser hatiye dan; lîwayek ji Pêşmerge ye ku amade ye, lîwaya din ji artêşa Iraqê ye. Di wê heyamê de lîwaya Pêşmerge li binkeyên rahênanê yên Wezareta Pêşmerge rahênan kiriye, lîwaya Iraqê jî li binkeyên Iraqê rahênana xwe kiriye. Ew herdu lîwa dê tevlî hev bên kirin û dê biçin nav binkeyên Iraqê û paşê dê rêkeftin bê kirin li ser cihên ku dê lê bêne bicihkirin.”

Daxuyaniyên ciyawaz derbarê rûberê valahiya ewlehî jî hene, lê belê hemû li ser wê yekê kok in ku bêhtir ji 400 kîlometreyan valahiya ewlehî di navbera Artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge de heye.

Roja 8ê vê mehê, operasyoneke hevbeş a Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê li dijî çekdarên DAIŞê birêve çû, di encamê de dest bi ser çend veşargehan û hejmarek ji çek û paşmayên din ên rêxistina tundrew de hat girtin.

Tehsîn Xefacî, Berdevkê Fermandeya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê ragihand, “Navendên hevahengiya hevbeş ku hatine dirustkirin, di navbera me û Herêmê de, 6 navendên hevbeş hatine danîn, li Neynewa, Mexmûr, Kerkûk, Xaneqîn û navçeyên din. Armanca wê yekê, berdewamîdan e bi hevahengî û karê hevbeş û rêveberiya hevbeş di navbera me û birayên me yên Herêma Kurdistanê de. Lewma em berdewam li ser karkirina hevbeş rijd in û di karê xwe yên hevbeş de, li ser yek hêl û arasteyê bin, ji bo birêvebirina dosyeya ewlehî.”

Ji 27ê meha Mijdarê ve heta 5-12-2021ê çekdarên DAIŞê li sînorên Kerkûk, Germiyan û Mexmûrê, şeş êrîş pêk anîne, di encama wan êrişan de 22 Pêşmerge û 3 welatî şehîd bûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst