Welatiyekî Kurd li nahyeya Şera ya Efrînê hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên grûpa Cebhe El-Şamiye li Efrînê welatiyekî Kurd revandin û çarenivîsa wî nayê zanîn.

Çavkaniyên xwecihî li Efrînê belav kirine ku çekdarên grûpa Cebhe El-Şamiye ya ku Artêşa Tirkiyê piştgiriya wê dike, welatiyek bi navê Fethî Mihemed Elî ku xelkê gundê Meiriskê yê ser bi nahyeya Şera ya Efrînê girtine û ew ji bo cihekî nediyar birine.

Heta niha çarenivîsa wî welatiyê Kurd nayê zanîn.

Li gor heman çavkaniyan, ev ne cara yekemîne ku Fethî Mihemed Elî tê girtin, berî niha jî hatiye girtin lê piştî dana fidye, ew hatiye azadkirin.

Li gor amarên ku navendên belgekirina binpêkirinên li Rojavayê Kurdistanê belav kirine, îsal heya niha zêdetir ji 664 kesan li Efrînê hatin girtin, ji destpêka dagîrkirina Efrînê ve jî zêdetir ji 7 hezar û 850 kes hatine girtin, heya niha 5 hezar û 330 kes hatine azadkirin.

Li gor heman amaran, tenê ji destpêka meha Kanûnê ve heya niha 38 kes hatine girtin.