Du mûşek arasteyî serbazgeha Tirkiyê hatin kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê nahiya Zêlkan a ser bi Şêxanê ve ragihand ku îşev du mûşek arasteyî binkeya serbazî ya Tirkiyê hatin kirin.

Rêveberê nahiya Zêlkan Mihemed Emîn Xerîb ji Rûdawê re ragihand, îşev derdora demjimêr 21.15, du mûşek arasteyî serbazgeha Tirkiyê ya li wê navçeyê hatin kirin û ragiahnd, ne diyar e ka ji kîjan alî an ji aliyê kê ve ew mûşek hatine avêtin!

Mihemed Emîn Xerîb tekez kir ku ew mûşek li herêma di navbera gundê Cêbran û serbazgeha Tirkiyê de ketin xwarê û bi gotina wî “ti ziyaneke wê êrişa bi mûşekan ne ji bo gund û ne jî bo serbazgehê nebû.”

Rêveberê wê nahiyê derbarê rewşa niha de jî amaje bi wê kir ku li gundê Cêbran 50 mal hene, “mûşek negihiştin armanca xwe û rewşa ewlehiyê ya gund û herêmê aram e.”

Serbazgeha Tirkiyê ya li nahiya Zêlkan ku ser bi herêma Şêxan ve ye, sala 2015an hat avakirin û îsal ev cara pêncemîn e ku mûşek arasteyî wê binkeya serbazî tên kirin. Grûpên ser bi Heşda Şeibî ve yên li deşta Neynewa bi arastekirina wan mûşekan tên tometbarkirin.