Li Şirnexê ji bo ajelên kovî xwarin danîn xwezayê

27-12-2021
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Şirnex Ajelên Kovî Zivistan Festîvala Zivistanê Parkên Niştimanî û Parastina Xwezayê Orhan Kalay
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, grûpeke xwebexş û jîngeparêz ji bo ajelên kovî xwarin danîn xwezayê.

Şirnex yek ji sartirîn parêzgehên Bakurê Kurdistanê ye, ji ber hewaya sar û berfa zêde ku hemû navçe spî kiriye, ajelên kovî di dîtina xwarinê de zehmetiyên mezin dibînin û carnan dadikevin nav gundan û bo welatiyan xeteriyê çê dikin.

Kampanyaya xwebexşan di bin sîwana Rêveberiya Parkên Niştimanî û Parastina Xwezayê ya Şirnexê de tê meşandin

Rêveberê Parkên Niştimanî û Parastina Xwezayê yê Şirnexê Orhan Kalay, dibêje, “Weke her sal, îsal jî bi destpêkirina zivistanê re me paşmayiyên ku ji zebzefiroş, firin, bazar û marketan ên wek genim û cehê şikestî, keskayî, sebze û fêki kom kirin, bo ajelên kovî yên di dîtina xwarinan de zehmetiyê dikşînin, danî xwezayê.”

Li gor bernameyê, ev çalakî bi awayekî bi rêk û pêk bi dirêjahiya zivistanê berdewam dibe.

Rêveberê Parkên Niştimanî û Parastina Xwezayê yê Şirnexê Orhan Kalay, diyar dike, “Di çarçoveya bernameyê de li parêzgeha me bi dirêjahiya 3 mehan li cihên ku zivistan bi dijwarî derbas dibe em ê belavkirina êm berdewam bikin.”

Di roja yekem a kampanyayê de xwebexşan ji bo ajelên kovî xwarinên wek genim, ceh, yonca, goşt û sebze danîn xwezaya bajarokê Sêgirkê ya di navbera Şirnex û navçeya Qilabanê ku zivistana xwe dijwar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst