Galeriya wêneyan

27-12-2021
10 Photos
RÛDAW

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, germa heta 18 pile bo jêr sifirê ket. Sûlava Bêgiriyê jî ji ber daketina pileya germayê qerisî û dîmenên ciwan derxistin holê.

Sûlava Bêgiriyê her werza salê ciwaniyeke ciyawaz heye û balê dikişîne û hejmareke zêde ya geştyaran xwe didin wê deverê.

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê, taybet jî li parêzgehên herêma Serhedê, di vê werza zivistanê de pileya germayê ketiye jêr sifirê.

Wêne: AA