Li Rihayê zêringerek hat şelandin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê, zêringerek hat şelandin.
Li taxa Yenîşehîrê ya li navenda Rihayê, du kesên bi çek. di nav rojê de ketin dukaneke zêringeriyê û bi zerba çekê, zêr û pereyên di dukanê de dizîn.
Li ser agahdarkirinê polîs gihiştin cihê bûyerê û bo girtina her du dizan xebat hat destpêkirin.
Li gor zanyariyan dukana zêringeriyê berî mehekê hatiye vekirin û butona hişyariyê tê de nebûye.
Parêzgariya Rihayê berî mehekê biryar dabû ku li hemû zêringeran butona hişyariyê hebe.
Ji aliyê din ve dema şelandinê ji aliyê kamerayên ewlekariyê ve hat tomarkirin.