Li Kampa Waşokanî ya koçberên Serê Kaniyê pirsgirêka mazotê heye

Heseke (Rûdaw) - Li kampa Waşo Kanî ya koçberên Serê Kaniyê rewşa koçberan xirab e û pêwîstiya wan bi hemû alîkariyan heye. Eymen Salih yê 23 salî di yekem bombebarana li ser Serê Kaniyê de, 9ê Cotmeha sala 2019an bi malbata xwe re kete ber bombebarana artêşa Tirkiyê û di encamê de, lingê xwe ji dest da.

Eymen Sailh niha li kampa Waşokanî dimîne, ji Rûdawê re dibêje: "Demjimêr 4 heya 5 dest bi bombebaranê hat kirin li Serê Kaniyê, yek ji wan topan li mala me ket û ez birîndar bûm, lingê min birîndar bû û li Nexweşxaneya Hesekê hat jêkirin, serma gelekî bandorê lê dike, ez pir ji ber diêşim, bi berdewamî sobeya me vêxistî dimîne lê mazota me têra me nake, em carê bê mazot dimînin û ez ji serma dêşim".

Ew bi dê û bavê xwe re di bin konekî de li kampa Waşokanî dijî. Eymen Sailh herwiha xwendekarê Zanîngeha Hesekê ye, tenê di wêneyan de lingê xwe careke din dibîne, sermaya zivistanî jî ji birîna wî re nebaş e.

Ne Eymen tenê, 13 hezar kesên ku li Kampa Waşokanî dimînin û 137 hezar koçberên Serê Kaniyê li derveyî kampê li Rojavayê Kurdistanê bi kêmtirîn derfetan dijîn.

Rawestandin ji bo bidestxistina sereketirîn pêdawistiyên jiyanê karekî rojane yên wan koçberan e.

Rêveberiya kampê di rojekê de, tenê 2.5 lître mazot ji bo her malbatekê veqetandiye, lê têra wan nake û ji bo 5 lîtreyan ji wan re dê bê zêdekirin.

Ebdulhemîd Hemûdê, Hevserokê Kampa Waşokanî ji Rûdawê re diyar dike: "Mekanîzma dabeşkirina sotemeniyê ji bo zivistana îsal, 5 lître ye, her 10 rojan em dê 50 lîtreyan bidin her malbatekê, di destpêkê de 2 lître û nîv bû lê me hemahengî bi rêxistinan re kir û pişka malbatan zêde kir".

Du herzar û 486 malbat di nava 1740 konî de dijîn, ku di konekî de carna zêdetir ji malbatekê dimîne, yazde rêxistinên mirovî yên nehikumî jî alîkariya wan dikin lê ne di asta pêwîst de ye.