Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im kongreya YNKê bibe derfetek

27-12-2019
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Kurdistan YNK Kongreya YNKê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi boneya encamdana kongreya giştî pîrozbahî li YNKê kir û got, “Hêvîdar im ev kongre bibe derfetek bo xizmetkirina pirsên niştimanî.”

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya çarem kongreya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) peyameke pîrozbahiyê arasteyî serkirdayetiya wê partiyê kir û pîrozbahiyên xwe pêşkêş kirin.

Mesrûr Barzanî ragihand, “Pîrozbahiya serkevtina kongreya çarem li birêz endamên Encûmena Bilind a Siyasî û Encûmena Giştî ya Serkirdayetiyê û hemû endamên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê dikim.”

Herwiha Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyama xwe de amaje bi wê jî kir, “Hêvîdar im kongreya YNKê bibe sedema piştevaniyeke zêdetir bo hikûmeta Herêma Kurdistanê ta ku li gel hev xizmeta şayîstetir a xelkê Herêma Kurdistanê bikin û berevaniyê li mafên destûrî bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst