ÎHD û TÎHV rewşa dawîn a komkujiya Robozikê bi raya giştî re parve dike

27-12-2018
RÛDAW
Nîşan Şirnex Robozik Qilaban ÎHD TÎHV
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) bi boneya salvegera bîranîna komkujiya Robozikê dê îro bi armanca balê bikişînin ser komkujiyê li avahiya ÎHDê ya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.

 

Komeleya Mafên Mirovan a Amedê û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê biryar e îro Pêncşemê (27.12.2018) saet 12.00ê li şaxa ÎHDê ya Amedê bi boneya salvegera bîranîna komkujiya Robozikê rojnamevanî saz bike û rewşa dawîn a komkujiyê bi raya giştî re parve kir.

 

Di şeva 28ê Kanûna 2011an de 19 jê zarok 34 kolberên Kurd li gundê Robozikê yê ser bi navçeya Qilaban a bajarê Şirnexê li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê di encama bombebarana balefirên şer ên dewleta Tirkiyê de canê xwe ji dest dabûn. Ji bilî 34 kuştiyan 4 kolber jî bi birîndarî ji komkujiyê filitîbûn.

 

Piştî bûyerê ti lêpirsînek nehat kirin


Dozgeriya Leşkerî ya Artêşa Giştî 7ê Çileya 2014an biryara neşopandinê dabû û daxwaza parêzerên mexdûran hatibû redkirin. Serlêdana li Dadgeha Destûra Bingehîn jî 24ê Sibata 2015an de hatibû redkirin.


Herwiha piştî ku Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê doz red kir, Tebaxa 2016an bi serlêdana 281 kesan doz bo Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê hat şandin.


Herî dawî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) jî serlêdana derbarê komkujiya Robozikê de red kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst