14 karmendên tenduristiyê yên Cizîrê hatin beraetkirin

27-12-2018
RÛDAW
Nîşan Şirnex Cizîr Qedexe Ambulans
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Cizîrê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê 14 karmendên tenduristiyê yên di heyama qedexeya derketina kolan de ku derbarê wan de doz hatibû vekirin hatin beraetkirin. 

 

Li navçeya Cizîrê di heyama qedexeya derketina kolanan de 14 karmendên tenduristiyê ji ber ku xwestin korîdora alîkariyê bê vekirin û bi ambulansê alîkarî bibin ji birîndaran derbarê wan de dozger bi îdîaya “endam rêxistinê" û "propaganda rêxistinê kiriye" doz vekiribû.


Duyemîn danişîna dozê  duh Çarşemê (26.12.2018) li 3yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat dîtin. 


Karmendên karmendên tenduristiyê di îfadeya xwe de xwe parastin û ew îdiyan derbarê wan de dihatin kirin jî red kirin û beraeta xwe xwestin. 


Piştî îfadeyê dozger jî raya xwe diyar kir û got ku ti delîlên berçav û tawanên bi qestî nîne û xwest her 14 karmendên tenduristiyê bêne azadkirin.

 

Lijneya dadgehê piştre derbarê 14 karmendên tenduristiyê de biryara beraetê da.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst