COLÊMERG - Bi aşê dîrokî debara xwe dike

27-12-2017
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Welatiyê  bi navê Emin Olmez ê li gundê Geçimlî yê Colemêrgê bi aşê avê debara xwe dike.


Emin Olmez, li gundê Geçimlî ku 30 kîlometre dûrî navenda Colemêrgê ye, di aşê avê yê dîrokî de dixebite. Li aş gilgil, kuncî û genim dihêre.




Olmez  ku li aşê ji bav û kalan ma ye dixebite, berhemên xwe difroşê xelkê Colemêrgê û navçeyên li derdorê.



 

D daxuyaniyekê de Olmez diyar kir ku ev aş zêdetirê sed salan e ku tê xebitandin.


Emîn Olmez wiha got: "Em li vê derê di demsala payizê de kunciyan dihêrin, kîloya tehîna kunciyan bi 50 lireyî difiroşin. Berên me xirab nabin û heta du salan tên xwarin." (Çavkanî: AA)




Nivîsîn: Aydin Bayram

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst