Girîngiya kontrolkirina Bendava Tişrînê...

27-12-2015
RÛDAW
Bendava Tişrînê
Bendava Tişrînê
Nîşan Bendava Tişrînê HSD Cerablus YPG Reqa DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku YPG û YPJ di nav de hêzên herî sereke ne duh Bendava Tişrîn a dikeve başûrê Kobanî kontrol kirin derfetên nû ji bo kurdan derdikevin holê.

Hêzên Sûriyeya Demokrat, ji dema damezrandina xwe ve gelek serkeftin bi dest xistin, yek ji wan jî kontrolkirina Bendava Tişrînê ye.

Roja 23yê vê mehê, Hêzên Sûriyeya Demokrat dest bi operasyoneke serbazî ya berfireh kiriye, bi merema kontrolkirina başûrê Kobanî. Lê piştî sê rojan, ji operasyonan, dikarîbûn Bendava Tişrînê kontrol bikin, ku ev bendav bi 22 kîlometreyan ji aliyê rojavayê bajarê Reqayê dûr e.

Bendava Tişrînê bendaveke stratejîk e, her ew ji kurdan re, gelekî giring e, ji ber ku 55 kîlometreyan dikeve başurê bajarê Kobanî. Bi 26 kîlometreyan jî dikeve rojhilatê bajarê Menbicê.



Girîngiya Bendava Tişrînê ji sê aliyan ve diyar e:

Yek ji wan girîngiyan, pêgeha wê ya stratejîk, ku rêyeke serekî di navbera bajarên Dêr Hafir, Menbic, Bab û Cerablûsê, ligel Reqayê qut dike. Lê hêj rêyeke din, di destê DAIŞê de maye, ew jî rêya Meskena ye. Ew jî rêyeke dûr û dirêj e, hevdem balefirên Hevpeymana Navdewletî bi hûrbînî çavdêriya wê rêyê dikin.

Girîngiya duyem, ew e ku Bendava Tişrînê rêyek e, ji bo derbaskirina Çemê Firatê, ber bi Cerablusê ve, ku ev bajar di plana HSD de ye, ji bo kontrolkirina vî bajarî.



Giringiya sêyem jî elekitrîk e, ku Bendava Tişrînê yek ji girîngtirîn bendavên Sûriyê ye û ji 6 tûrbînan (Enefeyan) pêk tê ku dikare 630 mêga wat, ji elikitrîkê berhem bide.

 

Piştî derxistina DAIŞê ji Kobanî û rizgarkirina herêma Girê Spî ji aliyê şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve, her du Kantonên Cizîre û Kobanî yên Rojavayê Kurdistanê gihîştin hev û tenê Kantona Efrînê ji axa Rojavayê Kurdistanê cuda maye.


Di navbera her du aliyên Kantonên Efrîn û Kobanî de bajarên wek Cerablus, Ezaz û çend cihên de hene, ku YPGê pêştir jî ragihandiye, ku ew dê di demê guncaw de êrişî wan cihan jî bikin û ji dest DAIŞê derxînin.

Bendava Tişrînê bi bihayê 22 milyar lîre hatiye avakirin û di sala 1999an de, ketiye kar. Beriya 2011 jî 530 fermanberan lê kar dikirin.

Di 25.11.2012an Artêşa Azad dikarîbû Bendava Tişrînê   kontrol bike. Lê di 15.05.2014an de, DAIŞê dest danî ser Bendava Tişrînê.

Bi kontrolkirina Bendava Tişrînê, rê li ber hemû egeran vedibe, ku Reqaya paytexta DAIŞê û bajarokê Menbicê jî, dikevine jêr gefa êrîşên Hêzên Sûriyeya Demokrat, ev yek tê piştî salekê bi ji metirsiya DAIŞê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst