ROBOSKÎ – Dad 3 sal in bi cîh nebû

27-12-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Enqere (Rûdaw)- 3 sal ser komkujiya Roboskî re derbas bûn lê hêj lêpirsîn li kirdeyên bûyerê ne hatiye kirin.

 

28ê Berfênbara 2011an  li gundê Roboskê yê ser bi navçeya Qilaban a Şirnexê ve ji aliyê balafirên artêşa tirk ve piraniya  wan zarok 34 kurdên qaçaxçî hatibûn kuştin. Malbata wan kesên ku jiyana xwe wê bûyerê de ji dest dayîn, ve bû 3 sal e ketine pêy edaletê.

 

Parlamenterê Şirnêx yê endamê HDPê Hasip Kaplan ji Rûdawê re ragihand Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê yê berê Idris Naim Şahin lê mikur hatibû û got: “Şahin got saloxgeriya Tirkiyeyê hat xapandin û li ser agahiyan şaş ferman hat dayin. Delîlên vê yekê jî hene. Kirde diyarin, yên ku ferman dayin diyar in lê hêj lêgerina edaletî didome.”

 

Kaplan diyar kir ku navê kirdeyan di nava biryara dev jê berdana ji şopanê ya Dozgeriya Leşkerî de eşkere ne û wiha got:

 

“Navê kirdeyan yek û yek hatiye nivîsandin lê edalet nîne. Hêviya hemî kesê ew e ku edalet bê cihkirin. Yan dê doz li dadgehên navnetewyî bê vekirin û Tirkiye dê rasta tengaviyan bê.”

Nêzîkek qurbaniyî bûyerê Velî Encu jî ji Rûdawê re got: Dewlet ve sê sal in wan çavtirsandî dike û wiha domand:

 

“Kirdeyên Roboskî diyar in. Kirdeyên bûyerê em jî û gel jî baş dizane kî nin. Bi tenê em mereq dikin ku kengî Tirkiye dê dozê li wan veke. Emê bînin ku yan dê bi rastî ceza bikin an jî dê me bixapînin”

 

Encu da zanîn dê li Roboskî sê rojan çalakiyên bibîranînê dê bên li dar xistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst