Munîr Hedad: Kurdên Feylî ji tirsa kuştinê nasnameya xwe vedişêrin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Serokê Tevgera Niştmanî ya Kurdên Feylî Munîr Hedad û Nalîn Hesen/Wêne: Rûdaw
Serokê Tevgera Niştmanî ya Kurdên Feylî Munîr Hedad û Nalîn Hesen/Wêne: Rûdaw
Nîşan Kurdên Feylî Munîr Hedad Ereb Nasname
A+ A-

Hewlêr (Rdûaw) - Serokê Tevgera Niştmanî ya Kurdên Feylî Munîr Hedad amaje bi wê yekê da ku Kurdên Feylî ji tirsa kuştinê nasnameya xwe vedişêrin divê cilûbergên Ereban ji xwe bikin.

Her wiha Munîr Hedad got, "4 milyon Kurdên Feylî hene lê 600 - 700 hezar kes wekî Kurdên Feylî hatine tomarkirin."

Serokê Tevgera Niştmanî ya Kurdên Feylî Munîr Hedad beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû û li ser rewş û pirsgirêkên Kurdên Feylî bersiva pirsên Nalîn Hesenê da.

Serokê Tevgera Niştmanî ya Kurdên Feylî Munîr Hedad di dema beşdarîkirina di bûltena Nûrojê  Rûdawê

"Newêrin nasnameya xwe eşkere bikin"

Munir Hedad raghihand ku heta niha tirsek li cem Kurdên Feylî heye ku nasnameya xwe eşkere bikin û got:

"Divê ev tirs bi dawî bibe û divê hemû malbatên Kurd ên Feylî cilûbergên Erebî ji ber xwe bikin û bên piştrastkirin ku nayên kuştin yan girtin."

Li aliyê din Munîr Hedad da zanîn ku 4 milyon Feylî hene lê 600 - 700 hezar kes wekî Kurdên Feylî hatine tomarkirin û yên mayî wekî Ereb hatine tomarkirin.

"Ji tirsa kuştin û sirgunkirinê çûne nava eşîrên Ereban"

Her wiha Hedad tekez kir ku Kurdên Feylî ji tirsa kuştin û sirgunkirinê çûne nava eşîrên Benî Lam, Mihemed û Sewaid ên Ereban.

Kurdên Feylî bi giranî li Bexda û Xaneqînê dijîn û rêjeye zêde ya Kurdên Feylî li Kûtê heye.

Her wiha li Besra û Kûfeyê jî gelek Kurdên Feylî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Dibistanek li Bedlîsê / Wêne: AA

Li 14 parêzgehan dibistan hatin girtin

Li 14 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber berf û pûkê îro dibistan hatin girtin.