Li Wan, Bêdlîs, Mûş û Colemêrgê rêya 283 gundan hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Wan, Bêdlîs, Mûş û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê, îro ji berfê rêya 283 gundan hat girtin.

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê 3-4 roj in berf dibare û welatî di jiyana rojane de rûbirûyê zehmetiyan dibin.

Li Wanê rêya 158 gundan hat girtin

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ragihand ku li parêzgehê ji ber berfa zêde rêya 158 gundan hatiye girtin.

Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo paqijkirina berfê û vekirina rêyan li ser xebatên xwe berdewam in.

Herwiha rêya di navbera Wanê û navçeya Miksê de ji ber berfê hat girtin û çûn û hatina navçeya Miksê di ser rêya navçaya Hîzanê ya Bedlîsê re tê kirin.

Li Mûşê rêya 45 gundan hat girtin

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Mûşê Şeyhmus Yentur ragihand ku li parêzgehê barîna berfê berdewam dikee û li herêmên bilind rêya 45 gundan hatiye girtin.

Şeyhmus Yentur got ku ji bo xelk mexdûr nebe tîmên wan xebatên xwe berdewam dikin.

Li parêzgeha Colemêrgê ji ber girtina rêyan xelk di çûn û hatinê de rûbirûyê pirsgirêkan bûn.

Îdareya Taybet a Colemêrgê ragihand ku li Colemêrgê û navçeyên wê ji ber berfê rêya 10 gundan hatiye girtin û tîmên berfê ji bo vekirina rêyan li ser xebatên xwe berdewam in.

Li navenda bajêr dikandar û welatî pêş dikan û otomobîlên xwe ji berfê paqij dikin.

Li Bêdlisê rêya 70 gundî hatiye girtin

Rêvebirê Xizmetên Rê û Veguhestinê ya Îdareya Taybet a Bêdlisê Umit Kurtkan jî ragihand, li tevahiya parêzgehê ji ber berfê rêya 70 gundan hatiye girtin.

Umit Kurtkan dibêje, li herêmên bilind berf zêde ye û xebatên vekirina rêyan bi 75 karmend û 71 makîneyên kar berdewam dikin.