Li Rihayê qezaya trafîkê: 8 birîndar

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Riha Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, ji berf û pûkê 3 otomobîl û barhilgirek li hev qelibîn û di encamê de 8 kes birîndar bûn.

Li ser rêya Siwêreg û Amedê, şeva borî (26ê Çiriya Paşîn) ji ber berf û pûkê 3 otomobîl û barhilgirek li hev qelibîn.

Di bûyerê de parlamenterê berê yê AK Partiyê Adil Çelik û 7 kesên din birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî, parastina sivîlan û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê bBirîndarên bi navê Adil Çelikê 56 salî, Sedat Çiçekê 36 salî, Zeynep Coşkuna 49 salî, Suheyla Ozkana 38 salî, Nusret Okurê 82 salî, Musa Durgutê 51 salî, Gulay Durgutê 59 salî û Yildaray Durgutê 25 salî veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

Hat zanîn ku rewşa birîndaran bi giştî baş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst