Nacî Gorur hişyarî da Meletiyê: ‘Li ber şikestinê ye!’

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Prof. Dr. Nacî Gorur Erdhej Hişyarî Meletî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pisporê erdhejê Nacî Gorur ragihand ku piştî erdheja li Meletiyê nîgeraniya wan zêdetir bûye û xeta fayê ya di navbera Kanîreş û Erzinganê de rîskê li xwe digire.

Pisporê erdhejê Prof. Dr. Nacî Gorur îro li ser erdhejên dawî ji medyaya Tirkiyeyê axivî.

Nacî Gorur diyar kir ku xeta fayê ya di navbera parêzgehên Çewlîg û Erzinganê yên Bakurê Kurdistanê de çerxa xwe ya erdhejê ya 2 hezar û 500 salî temam kiriye.

Gorur da zanîn ku bi taybetî xeta fayê ya di navbera Kanîreşê û Erzinganê de bi rîsk e.

Her wiha amaje bi wê yekê da ku li ser xeta Meletiyê erdhej çêbûne û fayên rojhilata Anatolyayê, Mereş û Hatayê şikestine û enerjiya wan derbasî xeta Meletiyê bûye.

Wî hişyarî da û diyar kir dibe ku li Meletiyê erdhejên hêza wan zêdetirî 7 pileyan çêbibin û divê li gorî vê yekê tedbîrên pêwîst werin standin.

Gorur bal kişand ser xeta di navbera Kanîreş û Erzinganê de û got:

“Li Xeta Yedîsuyê sala 1790î erdhejeke bi hêza 7,2 pileyan çêbû.

Di ser re 250 sal derbas bûn. Erdhej xwe dubare dike.

Wext temam bûye, li ber şikestinê ye.”

Gorur rexne li avahiyên herêmê girt ku li gorî rêziknameya avahiyan nayên çêkirin û berpirs kontrol nakin.

Heman rojê li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4,3 pileyan erdhejek çêbû ku kûrahiya wê nêzîkî 9 kîlometre bin erdê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst