Hewlêr (Rûdaw) - Îro Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê Wezîra Karên Navxwe ya Brîtanyayê Yvette Cooper qebûl kir.
Hat ragihandin ku di hevdîtinê de mijarên wekî hevkariya ewlehiyê, koçberî, spîkirina pereyan û têkoşîna li dijî tawanên sîber hatin gotûbêjkirin.
Wezîra Karên Navxwe ya Brîtanyayê Yvette Coopera ku danê êvarê gihîşte Hewlêrê, ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de mijarên bipêşxistina pêwendiyên di navbera Îraq, Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de û bihêzkirina hevkariyan hatin gotûbêjkirin.
Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hat gotin ku di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser girîngiya hevkariyên navneteweyî kir.
Nêçîrvan Barzanî spasiya piştgiriya Brîtanyayê ya ji bo Herêma Kurdistanê û beşdariya wê ya di hewlên bipêşxistina şiyana ewlehiya herêmê de kir.
Wezîra Karên Navxwe ya Brîtanyayê Yvette Cooperê ragihand, Herêma Kurdistanê ji bo wan şirîkê stratejîk ê di dabînkirina ewlehiya herêmê de ye.
Cooperê amaje bi wê yekê jî kir ku Brîtanya bi biryar e hevkariyên xwe yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re berdewam bike.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê Wezîra Karên Navxwe ya Brîtanyayê Yvette Cooper qebûl kir#UK #Kurdistan pic.twitter.com/W75g8FaJyI
— RudawKurdi (@RudawKurdi) November 27, 2024
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse