Li Dêrezor û Hesekê operasyon

27-11-2023
Nîşan Hesekê Dêrezor Operasyon DAIŞ Hikûmeta Sûriyeyê Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên taybet (HAT) ên Asayîşa Hundirîn a Rêveberiya Xweser, li rojhilatê Dêrezorê di operasyoneke taybet de 4 çekdarên Hikûmeta Sûriyeyê girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê derbarê operasyonê de daxuyaniyek da.

“Li Dêrezorê tevlî çalakiyên xirabkirinê bûbûn”

Di daxuyaniyê de hatgotin:

"Hêzên me yên taybet (HAT) 26ê Çiriya Paşînê di demjimêrên serê sibehê de 4 kesên girêdayî rêjîma Sûriyeyê ku li Dêrezorê tevlî çalakiyên xirabkirinê bûbûn girtine.''

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn di berdewama daxuyaniya xwe de da zanîn wan “bi berdewamî xebatên tevgerên komên têkder ên ku ji aliyê rêjîma Sûriyeyê ve hatine şandin” şopandine.

Herwiha hat destnîşankirin ku ev çekdar “bi armanca tevlîheviyê û têkdana ewlehî û aramiyê” hatine şandin.

Navenda Ragihandinê diyar kir, “Hêzên me cihên 4 kesan destnîşan kirin, di operasyoneke serkeftî û kontrolkirî de ew girtin û dest danî ser çekên wan jî."

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 25ê vê mehê jî li rojhilatê Dêrezorê 4 çekdarên hikûmeta Sûriyeyê de girtibûn ku destê wan di tevlîheviya her du mehên borî de hebû.

Li Hesekê çekdarekî DAIŞê hat girtin

Li aliyê din, HSDyê da zanîn ku hêzên wan li bajarê Hesekê çekdarekî DAIŞê girtiye.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya HSDyê, çekdarê ku hatiye girtin ji bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ye.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê amaje pê kir ku destê wî endamê DAIŞê di êriş û teqînên li dijî hêzên HSDyê, sivîl û saziyên Rêveberiya Xweser ên li Hesekê de hebûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst