Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku îro li tevahiya bajarên Bakurê Kurdistanê dê baran bibare.
Li gorî Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, li hemû bajarên Bakurê Kurdistanê û li Herêma Deryaya Reş, rojhilatê Herêma Marmarayê, Herêma Deryaya Naverast û beşeke Herêma Egeyê dê baran dibare.
Bi taybetî li parêzgehên Sêwaz, Dîlok, Kilîs, Riha, Semsûr, Êlih, Sêrt û Mereşê yên Bakurê Kurdistanê û parêzgehên Osmaniye, Ordu û Hatayê yên Tirkiyeyê barana gur dibare.
Saziya Keşnasiyê ji bo rabûna lehî, vedana birûsk, barîna zîpik û pirsgirêkên trafîkê hişyarî da welatiyan û ji wan xwest ku tedbîrên pêwîst wergirin.
Li gorî Saziya Keşnasiyê, li bajarên Bakurê Kurdistanê pileya germahiyê di navbera 6 heta 12 pileyan de dadikeve û hewa sar dibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse