Hemîdê Smaîlaxa bi çalakiyên Kurdî û wêjeyî hat bibîranîn

Mêrdîn (Rûdaw) – Rewşenbîr, zimanzan û siyasetmedarê Kurd Hemîdê Smaîlaxa li gundê xwe yê li navçeya Qoserê Dêrîka Smaîlaxayê hat bibîranîn.

Hemîdê Smaîlaxa ango Hamit Kiliçaslan sê sal bere ji ber koronayê canê xwe ji dest dabû û li goristana gundê xwe Dêrîka Smaîlaxayê navçeya Qosera Mêrdînê hatibû veşartin.

Salek piştî wefata wî li ser navê wî Weqfa Hemîdê Smaîlaxa hatibû avakirin û hersal li gundê wî merasima bibîranînê ji alîyê wê weqfê ve tê lidarxistin.

Di sêyemîn salvegera wefata wî de jî  li Qosêra bernameyeke taybet hat lidarxistin.

Ji ber ew zimanzan bû û wî bi giştî jiyana ji bo geşkirin û vejandina Kurdî xerc kiribû di merasimên bibîrhatina wî de jî li gel merasima bibîranînê bernameyên hunerî û wêjeyî jî tên lidarxistin.

Di bernameya îsal de li gel mirovên wî, siyasetmedar, rêhevalên wî û wêjekar beşdar bûn.

“Jiyana Hemîdê Smaîlaxa bi tevahî bi Kurdî bû”

Kurê Hemîdê Smaîlaxa Welat Kiliçaslan ji Rûdawê re got:

“Jixwe jiyana Hemîd bi tevahî bi Kurdî bû. Bername jî bi wî awayî ye. Li ser çand, ziman, dîrok, çîrokên me ye. Civaka Kurdewarî çi be bername jî bi wî şiklî ye.”

Hemîdê Smaîlaxa ji ber rewşa xwe ya siyasî ji sala 1978an heta 2005an li Swêdê li penaberîyê mabû û li wê derê bi karên wêjeyî re eleqeder dibû.

Her bi wê boneyê piştî seredana goristanê li holekr dewetan a Qoserê panêleke bi navê “Wêje û Penaberî” hat lidarxistin û mewlîda Kurdî hat xwendin.

“Divê bi hezaran kesên mîna Hemîd hebin”

Lêkoler û nîvîskar Kerem Serhetlî jî got:

“Di meseleya Kurdî de xebatên wî zêde bûn. Bi ya min divê gelek kesên mîna Hemîd hebin. Yek tenê kêr nayê. Divê bi hezaran ên mîna Hemîd hebin.”

Berdevkê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Henîfî Turan jî got:

“Heke bixwesta dikaribû bi dewletê re li hev bike û neçûya mihaciriyê û koçber nebûya. Heta belkî dikarî di nav sîstema dewletê de bihata ciheke bilind jî lê wî rêya miletê xwe şopand.

Wî ji bo miletê xwe gelek gelek fedakarî da ber çevên xwe. Divê miletê Kurd însanên wiha ji bîr neke.”

Weqfa Hemîdê Smaîlaxa ku ji aliyê zarokên wî ve salek piştî wefata wî damezrand bi armanca geşkirina kar û barên wêjeyî û hunerî yên Kurdî her sal li gel merasima bibîranînê çalakiyên Kurdî li dar dixin.

Ew zimanzanê kurd Hemîdê Smaîlaxa bi wî awayî bi bîr tînin.