ERZIROM - Zarokekî 11 salî traktor diajot: Kalekî 67 salî di bin de ma

27-11-2023
RÛDAW
Nîşan Traktor Qeza Erzirom
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bardizê ya parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê kesek di bin traktorekê de ma û canê xwe ji dest da.

Li Taxa Gazîlerê ya navçeya Bardizê doh traktora ku zarokê 11 salî yê bi navê F.Ş. şofêriya wê dikir ji bo ku li otomobîlê nexe xwe da aliyê çepê.

Di wê demê de Orhan Kamaciyê 67 salî ku li pêşiya traktorê siwar bûbû ket û di bin lastîkê traktorê de ma û canê xwe ji dest da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîman zarokê 11 salî F.Ş. desteser kir û ew bir navenda cendirmeyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst