Kongreya Yekîtiya Nivîskarên Kurd a Swêdê bi rê ve çû

27-11-2023
Aydin Bayram @aydn_byram
Nîşan Nesrîn Rojkan Kongreya Yekîtiya Nivîskarên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Nivîskarên Kurd a Swêdê (YNKS) kongreya xwe ya 27an, doh li Pirtûkxaneya Kurdî ya Stockholmê bi beşdariya endamên xwe pêk anî.

Kongre bi rêzgirtina şehîdên Kurdistanê dest pê kir û bi xwendina rapora xebatê, rapora aborî, gotûbêjên li ser raporan berdewam kir.

Nesrîn Rojkan di kongreyê de dîsa wek Seroka Yekîtiya Nivîskarên Kurd a Swêdê hat hilbijartin.

Herwiha Têmîrû Xelîl, Zinar Soran, Hêdî Gomeyî, Cumalî Karaman, Selam Cizîrî û Nezîr Akad jî wekî Komîteya Kargêr hatin hilbijartin.

Komîteya Kargêr di nav xwe de wezîfe dabeş kirin, Têmûrê Xelîl wekî sekreter û Zinar Soran jî wekî berpirsê aboriyê hatin destnîşankirin.

Seroka Yekîtiya Nivîskarên Kurd a Swêdê Nesrîn Rojkan ji Rûdawê re behsa xebatên yekîtiyê û yên xwe kir.

Nesrîn Rojkanê diyar kir ku YNKS 30ê Nîsana 1989an bi însiyatîfa Malmîsanij, Cemşîd Heyderî, Hemê Seîd, Muhemmed Muhtedî, Mustefa Duzgun, Şerko Bêkes, Xebat Arif û bi beşdariya 26 nivîskarên Kurd hatiye damezrandin.

Yekîtiya Nivîskarên Kurd a Swêdê sala 1994an belav dibe û piştre 22yê Kanûna Paşînê ya 1995an Komeleya Nivîskarên Kurd a Swêdê bi beşdariya 20 nivîskaren Kurd tê damezrandin.

Bi gotina Nesrîn Rojkanê sala 2021an de navê Komeleya Nivîskarên Kurd a Swêdê hat guhertin da ku yekîtiya di navbera Kurd da nîşan bide navê wê bûye “Yekîtîya Nivîskarên Kurd a Swêdê”.

Sala 2021an cara yekem Nesrîn Rojkan wekî jineke nivîskar bû seroka Yekîtîya Nivîskarên Kurd a Swêdê.

Yekîtiya Nivîskarên Kurd a Swêdê da zanîn ku di wê salê de gelek çalakiyên cûr bi cûr hatine lidarxistin û got:

“Ne tene danasîna berhemên endamên YNKSyê herwiha Mihrîcana Helbestvanên Jin hat lidarxistin û gelek pispor û nivîskarên Kurd ên her çar perçeyên Kurdistanê semîner li ser wêje, ziman, dîrok û çanda Kurdî li dar xistin.”

Nesrîn Rojkanê bi bîr xist ku bi beşdarî û hevkariya kesên mîna Kenanê Nado, Mikaîl Bulbul, Hikmettin Atlî, Necat Zivîngî û gelek kesên din çalakî hatine lidarxistin.

Nesrîn Rojkanê herwiha da zanîn ku îsal jî dê çalakiyên cûr bi cûr bêne amadekirin.

Yekîtiya Nivîskarên Kurd a Swêdê di heman demê de da zanîn ku danasîna endamên Yekîtiyê dê wekî dokumanter bê amadekirin û ew dê wekî arşîv bimîne.

Yekîtiya Nivîskarên Kurd

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst