Dorpêça Sûriyeyê ya li ser Şehbayê bû sedema girtina dibistanan

27-11-2023
Hisên Omer
Kampa koçberan a Şehbayê/Wêne: Submitted
Kampa koçberan a Şehbayê/Wêne: Submitted
Nîşan Şehba Koçber Îbrahîm Şêxo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dorpêça rejîma Sûriyeyê ya li ser Şehbayê bû sedema girtina dibistanan.

Koçberên Efrînê yên navçeya Şehbayê ya li bakurê Helebê careke din ketine bin dorpêça rejîma Sûriyeyê.

Dorpêça ku li ser navçeyê hatiye sepandin, ji bilî zehmetkirina jiyana rojane, xwendin jî hat rawestandin.

Li gorî Desteya Perwerdeyê ya Kantona Efrînê û Şehbayê ji ber dorpêçê û nebûna sotemeniya germkirin û veguhestinê, perwerdeya li navçeyê heta demeke ne diyar hatiye ragirtin.

Mafnas Îbrahîm Şêxo ku bi xwe koçberekî Efrînî ye û li navçeya Şehbayê niştecî ye, ji Rûdawê re da zanîn ku Fîrqeya Çarem a Artêşa Sûriyê herêmê dorpêç kiriye û bûye sedema girtina dibistanan.

“Rejîm şert û mercên giran li ser Rêveberiya Xweser ferz dike”

Îbrahîm Şêxo got,"Firqeya çarem nahêle sotemenî derbas bibe.

Ew şert û mercên giran li ser Rêveberiya Xweser ferz dike.

Pişka xwe jî dibin lê dîsa jî şert û mercên giran datînin ser Rêveberiya Xweser da ku nehêlin sotemenî derbas bibe.

Zarok jî ji dibistanên xwe dimînin ji ber ku erebe jî rawestiyane."

Li gorî agahiyên ku Rûdawê bi dest xistine, li herêma Şehbayê li 68 dibistan û saziyan nêzîkî 14 hezar û 500 xwendekar dixwînin.

“Eger hefteyek wisa berdwam bike dê nexweşxane nikaribe xizmetê bide”

Ji bilî perwerdeyê elektrîk jî nemaye û nexweşxane nikarin xizmetê bidin.

Îbrahîm Şêxo wiha pê de çû:

"Ev sê roj in ji ber nebûna sotemenî û mazotê elektirîk li ser navçeya Şehbayê, li ser kampan, penaberan û nişteciyan jî bi temamî hatiye qutkirin.

Eger hefteyek wisa derbas bibe dê Nexweşxaneya Efrînê jî êdî nikaribe xizmetê bide.

Heriwha firne û cihên avê jî di bin metirsiyek mezin de ne."

Şehba

Nêzîkî 150 hezar kes li herêma Şehbayê dijîn ku 100 hezar ji wan koçberên Efrînê ne.

Hejmara nişteciyên resen ên Şehbayê 50 hezar e.

90 hezar koçber li gund û bajarên Şehbayê dijîn û 10 hezar koç ber jî li kampan dimînin.

Navçeya Şehba 15 kîlometreyan li bakurê bajarê Helebê dikeve. Ew ji aliyê ewlehî û serbazî ve di bin desthilata Hikûmeta Sûriyeyê de ye.

Lê karûbarên koçberên Efrînê ji aliyê Rêveberiya Xweser a Efrîn û Şehbayê ve tê birêvebirin.

Alîkariyên mirovî ne ji aliyê Hikûmeta Sûriyeyê ve, ne jî ji aliyê rêxistinên navdewletî ve ji bo koçberên Efrînê tên pêşkêşkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst