Mesrûr Barzanî û Balyozê Tirkiyeyê hinartina petrola Kurdistanê gotûbêj kir

27-11-2023
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Alî Riza Guney Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Balyozê Tirkiyeyê yê Bexdayê Alî Riza Guney qebûl kir.

Di hevdîtinê de, Balyozê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Mehmet Mevlut Yakut jî amade bû.

Ofîsa Serokwezîriya Herêma Kurdistanê, têkildarî naveroka civîna ku li Hewlêrê pêk hatiye daxuyaniyeke nivîskî parve kir.

Li gorî daxuyaniyê, Mesrûr Barzanî û Balyozê Tirkiyeyê, mijarên wekî bihêzkirina pêwendiyên dualî, aborî, çûnûhatina geştyaran gotûbêj kirin.

Yek ji mijara sereke ya hatiye axaftin jî hinartina petrola Herêma Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê bû.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku her du alî jî li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku hinartina petrolê ya bi rêya Bendera Ceyhanê di demeke nêzik de dest pê bike.

Balyozê Tirkiyeyê jî di vê mijarê de amadebûna welatê xwe ya ji bo dîsa destpêkirina pêvajoya hinartinê nîşan da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst