Li Wanê bi hinceta PKKyê 15 kes hatin desteserkirin

27-11-2023
RÛDAW
Nîşan Wan PKK Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, bi “hinceta PKKyê” 15 kes hatin desteserkirin.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê ragihand ku di navbera 20-26ê Çiriya Paşînê de bi armanca “rêgiriya çalakiyên rêxistinê” operasyon hatin kirin.

Li Wanê di operasyonên cuda de bi hinceta “endamtî û alîkariya PKKyê” 15 kes hatin desteserkirin.

Hatiye ragihandin ku derbarê kesên desteserkirî karên yasayî hatine destpêkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digrin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl, çalakvan û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst