QERS - Cotkar ji bo ku silkên wan di bin berfê de nemînin bi şev û roj dixebitin

27-11-2023
RÛDAW
Silkên Qersê / Wêne: AA
Silkên Qersê / Wêne: AA
Nîşan Silk Qers
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şûregelê ya parêzgeha Qersê cotkar ketine nav lez û beza rakirina berhemê silkan.

Ew dixwazin berî ku berf bikeve berhema îsal rakin, ji ber ku eger berf bi ser de bibare sir û seqem lê dide û têk diçe.

Cotkar ji bo ku pê re bigihin rojê 17 demjimêran dixebitin.

Cotkarê bi navê Burhan Erkiliç got:

“Şert û mercên me sînordar in, barîna berfê dest pê dike. Sibehê demjimêr 7an em dest bi kar dikin heta demjimêr 12ê şevê.

Xweda ji cîranan razî be alîkariya me yên ku dereng mane dikin.”

Cîran alîkariya hev dikin

Ev silk di nav 6 mehan de çêbûne. Cotkar ji berhemê îsal razî ne lê ji ber ku herêma Serhedê sar e û barîna berfê zû dest pê dike ew ditirsin berhema wan di bin berfê de bimîne.

Cotkarên ku berhemên xwe berhev kirine hatine alîkariya cîranên xwe û wan lez daye kar.

Cotkar Denîz Danyildiz jî anî ziman:

“Ev berhemê ku me di meha gulanê de çand, bi kedeke zêde me gihand van rojan. Niha demsala berhevkirinê bi dawî dibe.

Rewşa hewayê em tengav kirine, ji bo ku berhemê me di bin berfê de nemîne em bi qubale kar dikin.

Yên karê xwe temam kiriye alîkariya yên mane dikin. Xweda bereketê bide.”

Qers jî yek ji wan parêzgehan e ku silk zêde lê tên çandin.

Li gorî amaran, ji her donimek zevî ya ku silk lê hatiye çandin 6-7 ton silk berhem tê. Ji tonek silk jî 150 kîlogram şekir tê berhemanîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst