Li Qersê qeza: Mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şûregel a parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê otomobîl û motorsiklêtek li hev qelibîn.

Di qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest da, kesek jî birîndar bû.

Derengê şeva borî otomobîla ku Yilmaz G. diajot û motorsiklêtê ku Yusuf Çaglar Yemen diajot li ser rêya Qers-Şûregelê li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Şofêrê motorsiklêtê Yusuf Çaglar Yemen li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Şofêrê otomobîlê Yilmaz G. û kesê din ê bi navê Egemen Îsmaîl Yilmaz ku ew jî li ser motorsiklêtê bû birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê her du birîndar veguhastin nexweşxaneya navçeyê.

Egemen Îsmaîl Yilmazê birîndar jî li nexweşxaneyê mir.

Hat ragihandin ku dê cenazeyên her du xortan ji bo otopsiyê bişînin Nexweşxaneya Dewletê ya Qers Harakaniyê.