Firokeyên şer careke din Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê duh bi şev herêmên Til Rifat, Marenaz û Firokexaneya Minnix bombebaran kirin. Di danê sibehê de topbaran dest pê kirin.
Firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê duh bi şev Firokexaneya Minnix a Şehbayê, herêmên Marenaz û Tel Rifat ên Rojavayê Kurdistanê hatin bombebarankirin.
Bombebaran piştî demjimêr 01.00an dest pê kir û piştî demjimêrekê qadên êrîşê berfireh bûn, Firokexaneya Minnix û gundê Merenaz a Şerayê kirin hedef.
Hat ragihandin ku Firokexaneya Minnix û gundê Eyn Deqnê danê sibehê careke din ji aliyê firokeyên şer ve hatin bombebarankirin.
Îro her wiha herêmên Minbic, Tişrîn, Arima û Til Rifat ji aliyê yekîneyên topavêj ve hatiye topbarankirin.
Li aliyê din Hevserokê Desteya Aboriyê ya Rêveberiya Xweser Selman Barûdo ji ANHAyê re axivî û diyar kir ku wêstgeha gazê ya Siwêdiyê ya ku bû hedefa êrîşan, 16 hezar tupan tijî dike û ji %50ê pêwîstiya elektrîkê ya Qamişloyê dabîn dike.
Barûdo da zanîn ku ji xeynî wêstgeha gazê ya Siwêdiyê 5 wêstgehên neftê ji xizmetê ketine û bombebaranê encamên neyînî li ser herêmê kiriye.
Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bîlançoya êrîşa esmanî û topan a 6 rojên dawî ya ji aliyê Tirkiyê ve li dijî Rojava hatiye kirin, duh eşkere kir.
Li gorî daxuyaniyê 19 şervanên HSDê, 16 sivîl û 24 leşkerên Sûriyê bi giştî 59 kesan canê xwe ji dest dane û 73 kes ku 33 jê sivîl in, 13 endamên HSDê û asayîşê û 25 leşkerên Sûriyê jî birîndar bûne.