Halîs Yerlîkaya: Divê xizmeta tendirustiyê bi pirzimanî bê dayîn

Amed (Rûdaw) - Saziyên tendirustiyê yên li Amedê ji bo pêşî li tundiya li ser bijîşkan bê girtin û hemû kes bikaribe bi awayeke wekhev ji xizmetên tendirustiyê sûd werbigre konferansek li dar xist. Di konferansê de li ser girîngiya xizmeta tendirustiyê ya bi zimanê Kurdî jî gotar hatin pêşkêşkirin. Endamê Konseya Yekitiya Bijîşkên Tirk Halîs Yerlîkaya got “Bi rastî xizmeta tendirustiyê divê bi pirzimanî bê dayîn. Di qada tendirustiyê de bikaranîna tercûmaniyê rast nîn e. Ji ber ku hin pirsgirêkên derûnî yên nexweşan hene û naxwazin pirsgirêka xwe ji kesên duyemîn re bibêjin.”

Li gorî nûnerên bijîşkan xizmeteke tenduristiyê ku bi zimanê dayikê nebe ne pêkan e ji nexweşan re bibe derman. Ji ber vê yekê jî dixwazin bijîşkên ku bi Kurdî dizanin zêdetir mûçe werbigrin û bijîşkên ku bi Kurdî nizanin jî perwerdehiya bi Kurdî bibînin.

Endamê Konseya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Halîs Yerlîkaya got “Bi rastî xizmeta tendirustiyê divê bi pirzimanî bê dayîn. Di qada tendirustiyê de bikaranîna tercûmaniyê rast nîn e. Ji ber ku hin pirsgirêkên derûnî yên nexweşan hene û naxwazin pirsgirêka xwe ji kesên duyemîn re bibêjin. Tenê dixwazin ji bijîşk re bêjin. Ger tu ji nexweşan fêm nekî tu nikarî derdê wan jî derman bikî. Ji ber vê jî ev pirsgirêkeke girîng e.”

Di sala 2012'an de li bajarê Amedê li nexweşxaneyên dewletê di beşên şêwirmendiyê de pêşiya zimanê Kurdî hate vekirin. Li gelek nexweşxaneyên taybet jî xizmet bi Kurdî jî tê dayîn. Lê ev tenê kirineke defakto ye û li hemû nexweşxaneyan bi rêk û pêk nîne.

Berpirsê Beşa Îdarî ya Nexweşxaneyê Ehmed Îskan Avci dibêje “Pirsgirêka me ya ziman tune ye. Bi Kurmancî, bi Soranî, bi Erebî û Îngilizî tercûmanên me hene. Hema hema hemû bijîşkên me jî bi Kurmancî dizanin.”

Ji ber ku di van 10 salên dawiyê de ji Herêma Kurdistanê ji bajarên Hewlêr, Duhok û Zaxoyê gelek nexweş tên li bajarên Amed, Êlih û Mêrdînê tedawî dibin, li nexweşxaneyên van bajaran girîngiyeke zêdetir ji bo zimanê Kurdî tê dayîn.