Li Colemêrg û Wanê barîna berfê

27-11-2022
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Wan Colemêrg Barîna Berfê Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ev çend roj in li Bakurê Kurdistanê baran dibare, her wiha li parêzgehên Colemêrgê û Wanê yên ku bilind in berfeke zêde bariya.

Bajarê Colemêrgê, nava bajêr bi berfê sipî bûye. Berf li ser otombêlan bilind bûye.

Li navçeyên Payîzava, Elbak, Şaxê û Miksê yê Wanê jî berfek giran barî û rêya gelek gundan hat girtin.

Li hinek gundan jî xelkê despêkiriye berfa li ser malên xwe pak dikin da ku giran nebe û nerûxe.

Welatî Mehmet Salih Kaplan got “Em berfê pak dikin, hîn gelek maye. Ji niha ve dest pê kir wê heta biharê bibare. Em jî her tim pak dikin ji ber zivistanek dirêje. Em sê birane her sal karê me eve.”

Ji ber berfa zêde gelek welatiyên ku di rêdebûn kêliyên zor jiyan kirin. Hinek caran tomobîlên wan biserneketin û ji kar ketin li gurî xwe hewildan çareyekê bibînin û otobêlên xwe bêxin kar.

Her wiha li gundekî ser bi navçeya Şaxê ajaldarekê pezê xwe biriye çêre lê berfê ew bê amadekarî girtine û ew kêliyên zehmet jiyan dike da ajalê xwe vegerîne mal.

Şivan Abdullah Guvener dibêje “Sibê dema ez ji gund derketim demjimêr 4-5 bû, wî demî baran dibariya. Lê di demjimêr 9 de êdî berfê despêkir ji wî demî ve berf dibare.”

Ev berf ne tenê jiyana welatiyan zehmet dike, carna jî dibe cihê dilxweşiyê bi taybet ji bo zarokan, ew ji xwere boka berfê çêdikin û pê dileyîzin.

Li van navçeyan her zivistan berfek giran dibare û carna bi mehan rêya hinek gunda girtî dimîne.

Tîmên pakkirinê li ser karin bo rêyên çûn û hatinê vakirî bihêlin berfa li ser rê pak dikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst