Tirkiye xwe ji êrîşa bejahî ya li ser Rojavayê Kurdistanê re amade dike

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê xwe ji bo êrîşeke bejahî bo ser hin navçeyên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê amade dikin. Fermandarê Giştî yê HSD dibêje ku eger helwesteke Amerîkî tund nebe, Tirkiyê dê êrîşa bejahî encam bide.

Piştî 7 rojan ji êrîşên asmanî û topbarana bo ser navçeyên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, artêşa Tirkiyê amadekariyên êrîşeke bejahî dike.

Di konferansekê de ligel medyayê, Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî ragihand ku Tirkiyê xwe ji bo êrîşeke bejahî amade dike û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê jî ji bo tevlîbûna wê êrîşê amade dike.

Di vê derbarê de, Ferhad Baqir, parêzer û mafnas ji bajarê Kobanî, ji bernameya Çavê sêyem a Radyoya Rûdawê re got bêdengiya Amerîka fişereke li ser HSD.

Mafnasê ji Kobanî Ferhad Baqir got: “Amerîka dixwaze nameyan bigihîne HSDê û bibêje ez çi dixwazim divê tu bi ya min bikî. Car caran hinek tiştên ne di berjewendiyên Amerîkayê de li herêmê dibin.”

Serkirdeyê Hevbendiya Sûrî ya Niştimanî Abdîn Reşo, ji heman bernameya Rûdawê re got ku zehmet e Amerîka rê bide Tirkiyê êrîşeke bejahî bike.

Serkirdeyê Hevbendiya Sûrî ya Niştimanî Abdîn Reşo dibêje: “Ez bawer nakim Amerîka rê ji êrişeke Tirkiyê re veke, lê dibe ku devereke weke Til Rifetê bigirin.”

Ji berbanga 20 vêl mehê ve, balafirên şer û dronên Tirkiyê dest bi êrîşeke berfireh bo ser seranserî navçeyên sînorî ji gundewarên Dêrikê û heta herêma Şehba li bakurê Helebê û gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê kiribûn armanc.