Ji ber êrîşên Tirkiyê zirarên mezin gihîştine binesaziya Rojavayê Kurdistanê

27-11-2022
Xalid Cemîl Mihemed
Ev hefteyeke artêşa Tirkiyê êrîşên xwe li dijî Rojavayê Kurdistanê berdewam dike.
Ev hefteyeke artêşa Tirkiyê êrîşên xwe li dijî Rojavayê Kurdistanê berdewam dike.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber êrîşên Tirkiyê yên bo ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê krîzên sotemenî, elektirîk, av û nan zêde bûne li wê herêmê.

Ev hefteyeke artêşa Tirkiyê êrîşên xwe li dijî Rojavayê Kurdistanê berdewam dike. Di encama van êrîşan de bi dehan welatiyên sivîl û şervanên HSDê jiyana xwe ji dest dane û ziyaneke mezin gihîşte navçeyê.

Ji ber van êrîşan, sektorên xizmetguzariyê jî ji kar ketine û êdî krîza sotemenî, elektirîk, av û nan li wan navçeyan heye. Xelk dibêje balefirên Tirkiyê bi zanebûn êrîşî sektora enerjiyê kir.

Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser ragihandiye ku tevahiya tîmên wê mijûlî çakirina wêstgehên ziyanlêketî ne.

Li hember vê rewşê jî, serkirdeyekî partiyekê li nav Rêveberiya Xweser nîşanê bi wê yekê dide ku êrîşên Tiriyê ziyanê digihînin welatiyên sivîl û kerta xizmetguzariyê. 

Serokê Partiya Aştî ya Demokrat a Kurdistanî Telal Mihemed got: “Li deverên xizmetguzarî û deverên hesas xistin. Bi taybetî li cihên ku girêdayî jiyana xelkê xistin. We dît çawa li bîrên gazê û cihên sotemeniyê dan.”

Berpirsê Pêwendiyên Giştî li Navenda Ferat a Lêkolînan, di vê derbarê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa bandora van êrîşan kir.

Berpirsê Pêwendiyên Giştî li Navenda Ferat a Lêkolînan Welîd Çolî jî dibêje: “Tişteke balkêş e di êrişên vê carê de Tirkiye li cihên girêdayî jiyana xelkê dike. Jixwe ev du salan ji ber hişkesaliyê embar vala ne, lê Tirkiye dixwaze tiştên hene jî ji nav bibe. Li emberan garisê dan û garis jî şewitandin.”

Lêkoler li Navenda Ferat herwiha nîşanê bi wê yekê dide ku êrîşên Tirkiyê ziyan dihandine kerta enerjî û sûtemeniyê jî.

Ji 19yê vê meha Mijdarê ve heta niha, êrîşên Tirkiyê li ser navçeyên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê berdewam in û  tê de wêstgehên gaz, sûtemenî, elektrîk, av û saylo hatin armanckirin û wêrankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst