Karayilan: Artêşa Tirkiyê 5 cûreyên çekên kîmyewî bikar tîne

27-11-2021
RÛDAW
Nîşan Murat Karayilan PKK Artêşa Tirkiyê Çekên Kîmyewî Gerîla
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan dibêje, artêşa Tirkiyê li dijî gerîlayên wan 5 cûreyên çekên kîmyewî bikar tîne. Karayilan amaje bi nakokiyên aliyên Kurdî jî kir û got, “Di navbera me de pirsgirêkeke giran nîne. Di vê sedsalê de şerê Kurd û Kurd şerm e.”

Endamê Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Murat Karayilan di hevpeyvînekê de li gel televîzyoneke (Stêrk TV) nêzikî PKKê, behsa şer û pevçûnên li gel artêşa Tirkiyê û “bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî gerîlayan” kir.

Murat Karayilan behsa rewşa şerê li gel artêşa Tirkiyê kir û amaje bi wê da ku ew hewl didin bi rê, rêbaz û taktîkên nû bersiva êrişan bidin û got, ew xwedî ezmûneke mezin in û her tim “amadekariyên afirandina taktîkên nû” dikin.

`Her rêbaz ceribandin`

Karayilan dibêje, artêşa Tirkiyê, “Di vê pêvajoya şer de her cûre çek bi kar anîn. Hêzên xwe yên herî şerker anîn. Wan nekarîn bikin, çûn vê carê çete anîn. Bi rêya çeteyan xwestin encamê bi dest bixin. Her rêbaz ceribandin, lê nekarîn bikin.”

Li gor gotina Karayilan, “windahiyên me yên mezin çênebû. Mînak, li Werxelê heta roja 120î me windahiyekî bi tenê jî neda, lê belê ji dijmin gelek hatin kuştin. Ji ber vê yekê em ê şer bikin; ji bo vê hêza me heye. Em ji qada şer vê yekê dibêjin.”

`Hêzên navdewletî bêdeng in`

Endamê Komîteya Rêveber a PKKê, diyar kir ku artêşa Tirkiyê, jibilî teknîka heyî, çekên kîmyewî jî bikar tîne û li ser vê yekê rexne li hêzên navdewletî girtin ku bi gotina wî li hemberî “tawanên dewleta Tirk” bêdeng in. Karayilan li ser vê mijarê rexne li saziyên Başûrê Kurdistanê jî girtin.

Artêşa Tirkiyê ji bo êrişên xwe, taybetî jî êrişên li nêzikî hejmareke gundan wek hincet “hebûna gerîlayên PKKê” nîşan dide, lê li gor gotina Karayilan, tevî ku wan hêzên xwe ji derdora gundekê vekişandin jî êriş berdewam bûn û got, “dijmin dixwaze gundiyên li wir bitirsîne û bide koçberkirin.”

`5 cûrên çekên kîmyewî`

Murat Karayilan eşkere kir ku artêşa Tirkiyê li dijî hêzên wan 5 cûreyên çekên kîmyewî  bikar tîne û got:

“Yek gaza sinirê ye, hucreyên sinir ê mirov ditevizîne, dike ku mirov bêbandor bimîne û piştî demeke kurt mirov jiyana xwe ji dest didin.

Çeka duyemîn a ku bi kar tînin mirovan difetisîne. Di nava vê çekê de gaza Kloropin heye. Ji vê gazê re Green Cross jî tê gotin.

Gaza din jî gaza şewitandinê ye. Ev gaz mirovan dişewitîne û ziwa dike. Diavêje ku derê agir bi wê derê dikeve. Navê kîmyewî yê vê yekê jî Sulfur Mustant e.

Gazeke din a ku bi kar tînin jî mirovan bêhal dixîne, ji hiş dixîne. Mirov bê hal dibe, bi demkî felç dibe.

Ya pêncemîn jî gaza îsotê ye. Dema ku ev li cihekî teng an jî li tunelekê hate bikaranîn, hingî şert û mercên jiyanê nahêle.”

`Di navbera me de pirsgirêkeke giran nîne`

Di dewama axaftina xwe de Murat Karayilan amaje bi nakokî û pirsgirêkên di navbera aliyên Kurdî de jî kir û got, “Heta kengî dê Kurd Kurdan bikuje! Çima bi vî rengî ye? Em di sedsala 21ê de ne. Di vê sedsalê de dinya alem pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser dikin. Herwiha di navbera me de pirsgirêkeke wisa gelek giran nîne. Di vê sedsalê de şerê Kurdan ê li hemberî Kurdan şerm e. Divê kes nekeve nava vê hewldanê.”

Operasyonên artêşa Tirkiyê

Artêşa Tirkiyê ji roja 23ê Nîsana îsal ve li herêmên Metîna, Zap, Avaşîn-Basyan û deverên din ên dikevin nav axa Başûrê Kurdistanê operasyon û êrişeke berfireh bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê daye destpêkirin.

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ye, berî niha çendîn caran ragihand ku artêşa Tirkiyê li dijî gerîlayan çekên kîmyewî bikar tîne û bi vê sedemê hejmareke gerîlayên wan jiyana xwe ji dest dane.

Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Dûran Kalkan û Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPGê Amed Melezgirt jî ji ajansa ANFê re ragihandibûn, artêşa Tirkiyê, ji bo ku bikare bikeve şikeft û cihên ku gerîlayên lê ne, çekên kîmyewî bikar tîne.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar jî îddîa kiribû, “Di nav depoyên hêzên çekdar ên Tirkiyê de, li ti yekeyeke artêşa Tirkiyê qet û qet, bi ti awayekî gaz an çeka kîmyayî nîne. Ne hatiye kirîn, ne hatiye anîn û ne jî hatiye bikaranîn. Tiştekî wiha nîne.”

HDPê daxwaza lêkolînê kiribû

Berdevka Komîteya Derve ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Zagros Hîwa ji rojnameya Morning Star a Brîtanî re tekez kiribû ku di serî de, Amêdî, Mam Reş û Avaşînê, artêşa Tirkiyê li dijî gerîlayên HPGê li gel gelek cihan çekên kîmyewî bikar anîn.

Herwiha Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî derbarê bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlayên PKKê daxuyaniyek belav kiribû û daxwaz kiribû, “Em careke din tekeziyê li ser pêwîstiya lêkolîneke ciddî ya ji aliyê Rêveberiya Herêmê (Herêma Kurdistanê) ve li ser îddîayên bikaranîna çekên kimyewî dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst