Hejmarek siyasetmedar û endamên rêxistinên sivîl hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Di demên dawî de li parêzgehên cuda yên Bakurê Kurdistanê bi hincetên cuda girtin û desteserkirina siyasetmedar, çalakvan û kesên normal bi awayekî berçav zêde bûye. Li navçeyên Qoser û Şemrexê yên Mêrdînê polîsan ser bi gelek malan de girtin û hejmarek siyasetmedar û endamên rêxistinên sivîl desteser kirin.

Li gor agahiyan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de li navçeyên Qoser û Şemrexê di demjimêrên serê sibê de polîsan bi awayekî hevdem bi ser hejmareke malan de girtin û di encam de Dayika Aştiyê Hevlet Oncu, Hunermenda Komeleya Çand û Hûner ya Mezopotamyayê Kudret Uçuk, Endamê Desteya Şaredariya Şemrexê ya HDPê Fadil Karçi, Mele Fahri Dogan, Abdullah Ayav û mamosteyekî ku bi biryara di hikmê qanûnê de ji kar hatiye dûrxistin Hamit Gungor jî di nav de hejmarek kes hatin desteserkirin.

Li gor agahiyên hatine belavkirin kar û barên yasayî yên kesên hatine desteserkirin li Rêveberiya Emnî ya Mêrdînê berdewam in û tê îdîakirin ku di ser de girtina malan de deriyê malan ji aliyên polîsan ve hatine şikandin û kelûpelên nav malan hatine belavkirin.

Herwiha Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ji wan 35 welatiyên bi tohmeta `alîkariya PKKê` hatibûn desteserkirin, bi biryara dadgehê 16 ji wan hatin girtin  û 19 kes jî hatin azadkirin.

Roja Înê 26ê Mijdara 2021ê li Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê proseya dadgehkirina wan 7 welatiyan hat dîtin ku lêkolîna ligel wan berdewam bû. Dadgeha Şirnexê bi tohmeta `alîkariya PKKê` biryara girtinê bo 5 kesan da û 2ê din jî bi mercê dadî hatin azadkirin.

Li aliyên li parêzgeha Manîsa ya Tirkiyê di operasyoneke hêzên ewlekariyê de, 6 kes bi tohmeta “endamtî û propagandekirina PKKê” hatin desteserkirin.