Ji bo telefon bikin diçin serê çiya

Hewlêr (Rûdaw) - Xelkê gundê Pinarbaşi yê Îdira Bakurê Kurdistanê daxwaz ji hikûmetê dikin ku hêlên telefonê bighîne gundê wan ji ber ev dema çend salan e ew neçar dibin rêkên dirêj bibirin heta  ku bikarbin bi kesûkarên xwe re peywendiya telefonî bikin.

Li nav gundê Pinarbaşiyê telefon dikişîne ne jî înternet, ji ber vê yekê  xelkê gund neçar in  rojane biçin çiyê heta ku  bikarin bi kesûkarên xwe yên derveyî gund re  peywendiyê  bikin. Muxtarê gund dibêje ji ber çaresernekirina vê pirsgirêkê peywendiya wan ligel cîhanê qûtbûye.

Muxtarê Gund Mecit Arga got "Ev bi salan e ev pirsgirêka me nehatiye çareserkirin. Niha peywendiya me ligel cîhanê qûtbûye. Peywendiya me ligel ti cihekê nemaye. Tenê daxwaza me îstasyoneke bazê ye. Berî du salan em diçûn ser mînarê dikişand, lê mela hat êdî rê bo vê yekê nade, ji ber ku ev yek metirsîdar e, ew jî mafdar e."

Kesên ciwan ji bo peywendiyeke telefonê  di nîv seetê de xwe digehînin vî çiyayî,  lê ev yek bo kesên bi temen ne ewqas asan e. ji ber vê yekê jî gelek caran haya kesên bi temen ji zarokên wan namîne.

Welatî Hanim Arga ragihand "Di nava gund de nakişîne, li cihên bilind dikişîne. Em bi xwe dikarin biçin cihên bilind, tevî ku ez ciwan im heta ez hatim vê derê bêhna min teng bû, lê hatina kesên bi temen bo vê derê gelek zehmet e. Kesên bi temen li vê derê bi ti awayî nikarin ligel zarokên xwe peywendiyê bikin."

Nekişandina telefonê bandorê li ser xwendekarên gund  jî dike, ji ber dema ew ji malê diçin, peywendiya wan ligel malbata wan qût dibe û malbatên wan gelekî mereqa wan dikin.

Xwendekar Şehriban Şeşen diyar kir "Ez li beşê navxwe dimînim, cara din servîsa me dereng hat, ez heta şev mam,  malbata min nikariyan xwe bigehînin min, nîva şevê li derve man  li benda min. ji ber ku  telefon nedikişand, nekariyan li min bigerin."

Gund Pinarbaşiyê 35 kîlometrayan ji navenda Îdirê dûr e û 72 mal li gund hene. Hejmara akinciyên gund 290 kes in û li benda benda wê yekê ne  aliyên peywendîdar vê pirsgirêka wan çareser bikin.