Hewlêr (Rûdaw) - HSDê ragihand ku Tirkiyê û grûpên çekdar yên ser bi wê ve êrîşî bakurê bajarê Eyn Îsa kirin, lê êrişa wan hat têkbirin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên Tirkiyê û çekdaran bi awayekî bejayî êrîşî gundê Seyda yê li bakurê bajarê Eyn Îsa kirin.
HSDê tekez kir ku hêzên wan rûbirûbyî wê êrîşî bûn û şer û pevçûnên tund di navbera wan û grûpên çekdar de derket ku heta derengiya şeva derbasbûyî jî berdewam bû.
Di daxuyaniya HSDê de li ser ziyanên wan şer û pevçûnan zanyariyek nehat eşkerekirin.
HSDê Şemiya derbasbûyî jî ragihandibû ku hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar di liv û tevgera xwe ya leşkerî de li serê Kaniyê û Girê Spî de berdewam e û çekên giran û balafiran jî bikar tîne.
Girîngiya Eyn Îsa
Eyn Îsa bajarekî biçûk e, lê xwedî girîngiyeke stratejîk a mezin e. Eger ew bajar bikeve destê Tirkiyê û çekdaran, ew tê wê wateyê rêya di navbera Herêma Cizîrê û Kobanî de qût dibe.
Bajarê Eyn Îsa, 47 kîlometreyan dûrî bajarê Reqa ye, 66 kîlometreyan li başûrê rojhilatê Kobanî ye û 30 kîlometreyan ji navenda bajarê Girê Spî dûr e ku ew jî di bin destê hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar de ye.
Girîngiya stratejîk a Eyn Îsa ji wê yekê tê ku li ser rêya navdewletî ya M-4 Rodko ye. Rêya M-4 Cizîra Rojavayê Kurdistanê bi Heleb, Laziqiyê, Hims, Hema û Şamê ve girêdide.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse