Bi bihîstina mirina kurê xwe celta dil lê da û wefat kir

27-11-2021
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Duhok Mirina Dayik û Kur Corona
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Duhokê piştî ku zilamekî ji ber nexweşiya Coronayê jiyana xwe ji dest da, gava dayîka wî pê hisiya yekser celta dil lê xist û wê jî jiyana xwe ji dest dide. Zilamê ku bi agirê coronayê mir hevjîn û 4 zarok li pey xwe hişt.

Taziya kur û deyîkekê yên ku di yek demjimêrî de jiyana xwe ji dest dan. Kur bi vîrûsa coronayê ketibû, piştî 15 rojan li nexuşxanê hatibû nivandin jiyana xwe ji dest da. Dema ku  dayika wî pê hisiya, dilê wê jî rawestya û oxira dawiyê kir

Kesûkarê miriyan Beşar Bahir got “nêzikî 15 rojan bû ku bi coronayê ketibû. Rewşa wî  têk çûbû. Nêzikê demjimêr 6ê sibê cewab cewaba mirina wî hat, dayîka wî jî çû wê derê, nimêja xwe jî kiribû paşê ew jî temam bû.”

Mirina Emîr selîm ê 41 salî û dayika wî Sebirye Remezan a 65 salî, malbata wan pusîde û damay kirîne. Emîr hevjîn û 4 zarok li paş xwe hişt. Zarokê mezin 13 salî ye.

Kesûkarê miriyan Newazd Ferîq dibêje “Bi rastî karesateka gelek mezin û ne xweş e. Di malekê du kes bimirn ne xweş e, 4 zarokên wî hene û temenê wan jî ne gelekê mezinin.”

Li Duhokê du nexweşxaneyên taybet bo coronayê hene. Zêdetirî 126 hezar kes li vê parêzgehê bi coronayê ketine û 1687 kes mrîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst