Hecî Bekir ê 110 salî li Erzeromê bi tenduristiya xwe balê dikşîne

27-11-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hecî Bekir Emrecîk ê 110 salî yê li navçeya Gogsî ya Erzeroma Bakurê Kurdistanê dijî got ji ber xwarin û xurekên baş û xwazayî dixwe û xwe ji tiştekî re aciz nake ew gihîştiye wî temenê xwe.

Hecî Bekir Emrecîk di sala 1960an de zewiciye û bûye bavê 12 zarokan niha bi kurê xwe Firat Emrecîk, bûk û 5 neviyê xwe re li taxa Cemaldinê dijî.

Ew bi tenduristî û hêzbûna xwe balê dikşîne, lewra di wî temenê xwe de hêj karûbarên xwe bi xwe dike.

Emrecîk ê çandinî û heywandariyê dike, rûnê nivîşkê, hingiv û xwarinên din ên xwazyî dixwe, di nav daran de dimeşe û bêstres dijî.

Hecî Bekir Emrecîk diyar kir ku dema ew ciwan bûye hespê sîwar dibû û wiha pê de çû: “Ez di nav 15 xulekand de diçûm navenda Gogsî. Ez carna bi otomobîlan re diketim pêşbirkê, hema hema em bi hev re diçûn. Ez hêj hingiv û rûnê nivîşkê dixwim. Min tu tişt ji xwe re nekire derd. Min got ji Xwedê hatiye û ez wisa dijiyam. Di nav 110 salan de min heyama 2 padîşahan, 12 serokomaran û 27 serokwezîran dît.”

Firat Emrecîkê kurê wî jî got ew wek çavên xwe bavê xwe xwedî dikin û ew kêfxweş in ku bavê wan gihîştiye 110 saliya xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst