Berpirsekî Îranî: Baykotkirina kelûpelên Tirkî li Herêma Kurdistanê ji bo me derfeteke zêrîn e

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Saziya Pîşesazî, Kanza û Bazirganî ya Parêzgeha Urmiyê ragihand, “ji ber şert û mercên siyasî û baykotkirina kelûpelên Tirkî li Herêma Kurdistanê, derfeteke baş û zêrîn ji bo kelûpelên Îranî û berhemên parêzgeha Urmiyê çê bûye.”

Xulamriza Babayî roja Sêşemî 26ê Mijdarê di civînekê de li bajarê Mihabadê yê Rojhilatê Kurdistanê amaje bi kempîna berfireh a baykotkirina kelûpelên Tirkî li Herêma Kurdistanê kir û ragihand, baykotkirina kelûpelên Tirkî û şert û mercên siyasî derfeteke zêrîn ji karsaz, bazirgan û pîşegerên Îranê û parêzgeha Urmiyê re aniye pêş.

Babayî diyar kir, niha deriyên bazara Herêma Kurdistanê di rûyê Îranê de vekirî ne û bazara 4 milyar dolarî ya Herêma Kurdistanê li benda berhem û hinardeya kelûpelên Urmiyê ye, ku eger bi awayekî baş sûd ji wê derfetê were wergirtin, dê bibe sedema pêşkevtina parêzgehê.

Serokê Saziya Pîşesazî, Kanza û Bazirganî ya Parêzgeha Urmiyê destnîşan kir,ew parêzgeh li gel 3 welatan xwediyê sînorên hevbeş e û daxwaz ji karsaz û kargehên pîşesaziyê yên Urmiyê kir, ku hemû şiyan û potansiyela xwe ji bo zêdekirina berhemanîna xwe û hinardeya bo derveyî welat bikar bînin.

Piştî Tirkiyê tevî komên çekdarên Sûrî yên ser bi wî welatî ve, di 9ê Cotmeha îsal de êrîşeke berfireh bo ser Rojavayê Kurdistanê dest pê kir, xelkê Başûrê Kurdistanê weke nîşandana nerazîbûna xwe kempîna baykotkirina kelûpelên Tirkî ragihandin, ku roj bi roj ew kempîn berfirehtir dibe.