Serlêdanên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî dest pê kir

27-11-2019
RÛDAW
Nîşan Arjen Arî Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serlêdanên ji bo 7emîn Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî dest pê kir û mercên ji bo serlêdanê jî hatin ragihandin.

Ji bo bîranina helbestavanê Kurd Arjen Arî ku di 30 cotmeha 2012an de koça dawî kiriye, her sal pêşbirka helbestan tê lidarxistin û kesên têne hilbijartin jî pirtûkên dosyeya wan têne çapkirin.

Mercên pêşbirkê, li Egitîm-Sen a Amedê bi daxuyaniyeke rojnamevanî hatin ragihandin.

Nûnerê Weşanên Sor Reşo Ronahî ragihand ku pêşbirk ji bo xwedîlêderketina Zimanê Kurdî û Wêjeya Kurdî ye ku Arjen Arî di hemû jiyana xwe de bo wê kedeke muhîm da û bo xwedîlêderketina puxteyên hunerê yên navneteweyî ye.

Pêşbirka 7emîn Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ji aliyê malbata Arjen Arî û Weşanên Sor ve tê sazkirin.

Di lijneya lêşbirkê de Berken Bereh, Necla Arî, Bêrîvan Zînzal, Fewzî Bîlge Yeqîn H. cid digirin.

Serlêdanên pêşbirkê di navbera 26ê Mijdara 2019an û 1ê Adara 2020an de têne qebûlkirin.

Mercên pêşbirkê wiha ne:

-Xelat dê bo berhemên bi zaravayê kurmancî hatî nivîsandin bê dayîn.

-Weke xelata pêşbirkê berhema ku bi ser bikeve dê ji hêla saziya ku vê pêşbirkê li dar dixe ve, ji hêla Weşanên Sor ve bê çapkirin. 

-Her kesê ku heta niha berhemeke wî/wê ya helbestê nehatibe çapkirin dikare serî lê bide.

-Malbata Arjen Arî û Weşanên Sor dê bi hev re kesekî/ê ku ji bo parastin û pêşvebirina ziman û edebiyata kurdî kar û xebat kiriye hilbijêrin û “xelata giramgiriyê/xelata rûmetê” bidinê.     

-Berhemên ji hêla saziyek ve hatibe xelatkirin an di pêşbirkekê de xelat wergirtibe nikare tevlî pêşbirkê bibe.

-Berhemên ku tevli pêşbirkê bibin divê bi alfabeya latînî hatibin nivîsandin.

-Mafê lijneyê heye ku di dema çapkirinê de li ser berhema ku xelat wergirtiye guhertinan bike.

-Heke jurî ti dosyeyê hêjayî xelatê nebîne dikare xelat nede.

-Dosyeyên ku ji bo pêşbirkê bêne rêkirin divê di qabareya(hacm) pirtûkê de, 64 rûpel (4 form) bin.

-Dosye divê di formata A4 de, 5 nusxe û bi CDyek, USByek ku dosye tê de ye bê rêkirin ango bi awayê maîlê bête şandin.

-Dosyeyên ku bi kompûterê nehatî dîzaynkirin û CDyek, USByek pêve nekirî ango bi mailê nehatî şandin wê neyên nirxandin.

-Divê di dosyeyê de nav, nîşan an mexlas hwd. ku xwediyê berhemê bide nasîn tunebe.

-Helbestvanên ku beşdarî pêşbirkê bibin dê kurtejiyan, navnîşan û pêdiviyên bo têkiliyê di nav zerfeke devgirtî de rêbikin.

-Encama pêşbirkê dê di 15ê Gulana 2020an de, yanê roja cejna zimanê kurdî bê aşkerekirin û xelat jî dê sala bê di Fûara Pirtûkan a Amedê de bête dayîn.

-Divê dosye bi kargo yan bi posteyê, bo vê adresê bêne rêkirin:

-Serlêdanên rû bi rû nayên qebûlkirin.

-Dosyeyên ku bo pêşbirkê bêne rêkirin li xwediyê wan nayêne vegerandin.

-Endamên lijneya pêşbirka helbestê ya Arjen Arî, dê piştî encamê bizanin ka xwediyê berhemên ku dengê xwe dane wan kî ne.

-Kesên xwedî berheman divê di navbera 26ê Mijdara 2019an û 1ê Adara 2020an de dosyeyên xwe bişînin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst