Li Bazara Qeyserî ya Kerkûkê bi dehan dikan şewitîn

27-11-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Kerkûk Şewat Qeyserî Bazar
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) – Şeva derbasbûyî agir bi bazara kevn a Kerkûkê girt û ji ber agir bi dehan dikan şewitîn û zirareke mezin gihişt dikardaran.

 

Peyamnêrê Rûdawê Herdî Mihemed ji Kerkûkê ragihand ku di demjimêr 00:15ê şevê de agir bi Bazara Qeyserî ya Kerkûkê ya li naverasta wî bajarî girt û ji ber agir beşeke berçav a bazarê şewitî û bi sedan dikadar jî zirar dîtin.

 

 

 

 

Peyamnêrê Rûdawê herwiha eşkere kir, ji ber ku beşeke bazarê cihê firotina cilûberg û bêhn bû, agir bi awayekî bilez zêde bû û tîmên berevaniya şaristanî bi zehmetî karîn şewatê bitefînin û herwiha dikandar jî nekarîn beşeke kelûpelên xwe rizgar bikin

 

 

 

 

Peyamnêrê me amaje bi wê yekê jî kir, ku lêkolînên destpêkê derdixin holê ku kontakta elektrîkê bûye sedema derketina şewata bazara Kerkûkê.

 

Bazara Qeyserî yek ji deverên şûnwarî yên Kerkûkê ye, ku di serdema Osmaniyan de hatiye çêkirin.


 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst