Li Tirbe Sipî temenê ‘Dara Qul’ vedigere 150 salî

27-11-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Tirbe Sipiyê (Rûdaw) - Li gundê Kêl Hesenakê yê ser bi Tirbe Sipî ya Rojavayê Kurdistanê ve, dareke temenê wê150 li beramber dîwarê sînorî yê ku hikûmeta Tirkiyê ava kiriye heye.

 

Dara Kêl Hesenakê bûye dîrokeke dewlemend û simbola demeke dûr û dirêj, li wê navçeya ku dikeve nêzîkî sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de.

 

Dara Kêl Hesenakê, ku temenê wê bêhtir ji 150 salî ye, şahid e li ser gelek bûyerên dîrokî ku li wê deverê çê bûne. Ev dar hevtemena kesayetiyên ku bi dehên salan li wê navçeyê serpêhatî û çîrokên jiyaneke dûdirêj derbas kirine.

 

Welatî ji gundê Kêl Hesenakê Yehya Hisên diyar kir ku dara Kêl Hesenakê nîşaneke cografî û dîrokî ye, di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de, lê bi avakirina dîwarê sînorî ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve, ev dar bi zehmetî ji aliyê Bakurê Kurdistanê ve tê dîtin.

 

Dara ku gelek bîranînan li xwe digire, berê zarokan li derdora wê dilîstin û bi şaxên wê ve hildikişiyan. Lê ji ber hinek sedem û hokarên nediyar, ev dar qelişt û kete hawekî din.

 

Bi gera dewr û demê re ev dar hate guhertin, lê her bîranînên hêja li cem xwe hiştine û wê gelek nifşên bav û kalan û zarok û neviyan dîtine.

 

Dara Kêl Hesenakê niha weke semboleke giranbiha li Rojavayê Kurdistanê maye û bêhna dem û salên dirêj û serpêhatiyên xweş û balkêş jê tê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst