Çiyayê Asos li Silêmaniyê tê bombebarankirin

Hewlêr (Rûdaw) - Çiyayê Asos ê ku sikeve ser sînorê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û li sînorê parêzghea Silêmaniyê ye, tê bombebarankirin.

 

Li gorî zanyariyan, îşev Çiyayê Asos li sînorê qezaya Mawet a ser bi parêzgeha Silêmaniyê bi giranî tê bombebarankirin.

 

Qayimmeqamê qezaya Mawet, Kameran Hesen di daxiyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, bombebarana Çiyayê Asos ji demjimêr 21:30ê îşev 27ê Mijdara 2017ê ve dest pê kiriye û heta niha didome.

 

Kameran Hesen got: “Bombebarana deverê bi giranî didome, lê belê heta niha li gorî zanyariyên destpêkê ti zirarên canî çê nebûne.”

 

Qayimmeqamê Qezaya Mawet diyar kir, ku her îro ji demjimêr 14:00ê piştî nîvro ve du firokeyn cengî li esmanê wê qezayê digeriyan.

 

Kameran Hesen tekez kir, ku heta niha nayê zanîn, ka bombebaran ji aliyê firokeyên şer ve bûye yan ji ber topbaranê yan sedemek din bûye. Bi gotina Kameran Hesen, hêj ev yek jî nayê zanîn, ka ev bombebaranji aliyê kî vet ê kirin.

 

Qyimmeqamê Qezaya Mawet ji Rûdawê re got, ku di navbera heyama vê mehê de ev cara sêyem e ku Çiyayê Asos tê bombebarankirin.

 

Şeva 03-11-2017 bo yekemîn car firokeyên şer ên Tirkiyê Çiyayê Asos dabûne ber bombeyan.

 

Pêştir rayedarên serbazî yên Tirkiyê û Îranê ragihandibûn, ku li Çiyayê Asosê binke û navendên PKKê û PJAKê hene.

 

Agahî tên nûkirin…