Mehsûm: Encûmena Parêzgeha Kerkûkê dê li ser kar bimîne

27-11-2017
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Iraq Fûad Mehsûm
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) –  Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm ragihand, heta hilbijartin werin kirin Encûmena Parêzgeha Kerkûkê dê li ser karê xwe bimîne.

 

Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm îro Duşemê 27-11-2017, bi armanca çareserkirina pirsgirêkên Kerkûkê yên piştî 16ê Cotmehê peyda bûne, serdana vî bajarî kir û li gel parêzgarê bi wekalet Rakan Cibûrî civiya.

 

Piştî civînê Fûad Mehsûm di civîneke hevbeş a çapemeniyê de behsa rewşa pêkhateyên Kerkûkê, bûyerên 16ê Cotmehê, rewşa Encûmena Parêzgeha Kerkûkê û herwiha madeya 140 kir.

 

Fûad Mehsûm got: “Kerkûk mînakeke biçûk a Iraqê ye. Mafê ti pêkhateyekê ji ya din ne zêdetir e. Hêvîdar im ti nîşaneke 16ê Cotmehê li Kerkûkê nemîne. Bingeheke nû ya bi hevre jiyanê were avakirin.”

 

Serokomarê Iraqê da xuyakirin, ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê nûnerên Encûmena Parêzgehê bicin û danûstandinê bikin.

 

Derbarê hilbijartina parêzgarekî nû de Mehsûm diyar kir: “Pêkhateyên Kerkûkê dê bi hevre li ser parêzgarê nû biryar bidin. Hilbijartina parêzgar erkê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ye. Heta hilbijartin werin kirin Encûmena Parêzgeha Kerkûkê dê li ser karê xwe bimîne.”

 

Di daxuayniya xwe de Mehsûm derbarê rewşa ewlekarî ya Kerkûkê de got: “Hêzên Dijî Teror û polîs dê ewlekariya bajêr biparêzin. Rêkeftinek destpêkê ji bo şandina fewcekî serokomariyê bo Kerkûk û Xurmato hebû. Heta niha ev yek nehatiye cîbicîkirin. Ez li gel wê de nebûm fewcekî serokomariyê bişînin Kerkûk û Xurmatoyê.”

 

Li ser pirsa derbarê biryara Dadgeha Federal a li hember referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê de, ku weke ne destûrî binav kiribû, Mehsûm got: “Ew ne karê min e, dadgeh biryara xwe dide.”


 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst