Ji bo Bedlîsê qeyûm hat tayînkirin

Navenda Nûçeyan – Parêzgerê Bedlîsê Ahmet Çinar li şûna hevserokên Şaredariyê Bedlîsê weke qeyûm hat tayînkirin.

Hevserokê Şaredariya Bedlîsê yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Huseyin Olan 25ê Mijdarê hatibû girtin.


Parêzgeriya Bedlîsê di daxuyaniyekê de ragihand ku Huseyin Olan ji ber ku di çarçoveya lêpirsîna ji alîyê serdozgeriya komarî ya Bedlîsê ve hatiye girtin, li şûna wî parêzgerê bajêr Ahmet Çinar wekî qeyûm hatiye destnîşankirin.

Heta niha ji bo 37 şaredariyên DBPê qeyûm hatine tayînkirin.