Keç û jin, zarok û ciwan ji rêya mirinê re derbas dibin

27-11-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Kerkûk Hewîce DAIŞ
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) – Xelkê navçeya Hewîceyê ji bo xwe ji destê DAIŞê rizgar bikin, rêyekî bi metirsîdar didin pêşxwe. Lê bext û şansê hemûyan ne weke hev e û hinek ji wan di rê de dibin qurbaniyê bombeyên DAIŞê.  

 

Ji malbatekî 4 kesî yê ku ji navçeya Hewîceyê reviyane, tenê zarokek bêyî ziyan rizgar bûye. Dayika wê û birayekî wê, ji ber pêlikirina mayîna DAIŞê mirine, bavê wê jî bi giranî birîndar bûye. Ji ber vê yekê ez keçika biçûk ligel xizmên xwe dimîne.

 

Ji bo ji destê DAIŞê birevin, serê her kesekî 250 heta 300 dolaran didin rêbaran da ku rê nîşanî wan bidin, bikarin xwe bigihînin herêmên ewle. Ewên pereyên wan nîne û ji box we ceribandinê didin rê jî, dikevin nav zeviyê mayinan.

 

Jinekê koçber dibêje; “Demjimêr 06.00ê êvarî me da rê û heta sibê em meşiyan. Ti kesân ji me re rêberî nekir. Ji ber ku pereyên me nebûn.”

 

Yek ji wan koçberan jî dide zanîn, jiber ku rêberî ji xelkê re kiriye da ku xwe rizgar bikin, DAIŞê kurê wî yê 17 salî kuştiye.

 

Bavê dilbikul dibêje, “Ez razabûm. Nîvê şevê hatin û dora mala min girtin. Herdu kurên min birin. Yek ji wan sêdare dan. Ji bo rizgarkirina yê din jî min 3 milyon û 600 hezar dînar pere da wan.”

 

Li navçeya Hewîce ya Kerkûkê, di nava 4 heman de 20 hezar kes ji destê DAIŞê reviyane û xwe gihandina herêmên bin kontrola Hêzên Pêşmerge.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst