Taxa Şêx Meqsûd di bin dorpêçê de; Rewş gelek xirab e

27-11-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Heleb Şex Meqsûd Kurd Dorpêç
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Zêdetirî 5 salan e ku Taxa kurdan a bajarê Helebê, Taxa Şêx Meqsûd di bin dorpêçeke tund de ye. Tora Medyayî ya Rûdawê di nav taxa Kurdan a li bajarê Helebê, Taxa Şêx Meqsûd raporteke vîdyoyî ya taybet amade kiriye.

 

Di vê raportê de jineke rûniştvanê Taxa Şêx Meqsûd bi temamî rewşa nişteciyan ji Rûdawê re dibêje.

 

Welatiyeka Taxa Şêx Meqsûd bi navê Xedîce ji Rûdawê re dide zanîn, ku hem topên çekdarên opozsyona Sûriyê bi ser wan de dibarin û hem jî ew ji pêwîstiyên jiyanê bêpar mane.

 

Xedîce dibêje, li Taxa Şêx Meqsûd ne av û ne jî elektrîk, ne şîrê zarokan, ne şekir, ne ça, ne gaz û ne jî sûtemenî bi dest wan nekevin û bi zorê jyana xwe derbas dikin.

 

Xedîce li ser êzingan xwarinê ji xwe û zarokên xwe re amade dike, pere jî pê re tine ye daku xwarnê bikire.

 

Di nav vê taxê de gelek kes ji ber topên çekdarên opozisyonê birîndar bûne û li erdê ne, nikarn li ser lingê xwe bimeşin.

 

Di vê fîçernûçeya Rûdawê de, beşek ji jyana welatiyên li Taxa Şêx Meqsûd tê nîşandan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst