Husên: Peyama Barzanî nexşerê ye

27-11-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Fûad Husên Iraq Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên pêwîstî dizane ku di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de ji bo kombûnan acendayek bê diyarkirin û pişrgirêka her sê serokatiyên herêmê bên çareserkirin.

 

Fûad Husên di hevpeyvînekî de derbarê peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de ji Rûdawê re ragihand; “Peyam nexşerêyek e hatiye pêşniyarkirin. Lê çawaniya danûstandina li gel vê nexşerêyê di destê partiyan de ye. Ji ber ku di nexşerê de daxwaz ji partiyan dike ku bi hevre rûnin û pişrgirêkên xwe gotûbêj bikin. Vêca dê partî kengî û çawa bicivin, li ser kîjan bingehan civînên xwe bikin, kêjian ji wan dê destpêşxeriyê bike, ev di destê wan bi xwe de ye.”

 

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir, ku ji bo civînan 5 aliyên sereke yên hikûmetê dikarin amade bibin, herwiha ligel beşdarbûna tirkmen û aliyên din bibin 7 alî, yan jî bi beşdarbûna hemû pêkhateyan 11 alî bicivin û got; “Eger li gorî kursiyên parlamentoyê bin, bêyî Goran jî dikare pirsgirêk bên çareserkirin. Lê Barzanî di peyama xwe de behsa hemû partî û aliyan kiriye û daxwaz dike hemû beşdar bin.”

 

Husên got ku hikûmeta 5 alî serkeftî nebûye û eger di navbera aliyan de hevpeymaniyek saz bibe, sê hêz dikarin hikûmetekî nû ava bikin, lê di vê rewşê de ti partiyek nikare bi serê xwe hikûmetê ava bike.

 

Fûad Husên, derbarê herêmên ji aliyê Hêzn Pêşmerge ve hatine rizgarkirin, amaje bi rêkeftina di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Amerîkayê kir û got; “Derbarê vê rêkeftinê de Bexda jî hatiye agahdar kirin. Pêşmerge ji wan herêmên ku beriya şerê Mûsilê hatine rizgarkirin, venakişe. Derbarê mayîna pêşmergeyan ya li wan herêmên hatine rizgarkirin jî dê rewşe ewlekariyê li ber çav bê girtin. Divê rêkeftineke leşkerî bê kirin û herwiha raya gel bê wergirtin.”

 

Li ser mijara çarenivîs û pêşeroja Herêma Kurdistanê Husên wiha axivî:

 

“Piştî şerê Mûsilê dê pêvajoya danûstandinên  li gel Bexdayê dest pê bike û dê di wir de behsa pêşeroja Kurdistanê û Iraqê bê kirin. Ji sala 2003ê heta niha hinek pirsgirêk hene ku nehatine çareserkirin. Ji aliyê din ve xalên destûrê nayên cîbicîkirin. Ji ber vê yekê jî divê em li ser pêwendiyeke nû hizir bikin.”

 

Husên herwiha got ku eger derbarê pêşeroja Kurdistanê de ligel Bexdayê rêkeftin çêbibe, diyaloga ligel Tehran û Enqerê jî hêsantir dibe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst