Roja damezirandina PKKê bi bêdengî derbas bû

27-11-2015
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro 37 sal bi ser damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re derbas dibin.

Îro 37 sal bi ser damezirandina PKKê re derbas dibin, lê îsal li bajarê Amedê û çend bajarên din ên Bakurê Kurdistanê ev roj bi bêdengî derbas dibe.

PKKê 27ê Mijdara 1978ê gundê li Fîs ê girêdayî navçeya Lîcê ya Amedê hate damezirandin û rêberê wê jî heta niha Abdullah Ocalan e. 

Wan salên dawiyê salvegera damezrandin PKKê, wek festîvalekê li navçeya Lîcê ya ser bi Amedê ve û çend bajarên din ên Bakurê Kurdistanê, lidar diket. Lê îsal ji ber qedexeyên hatinûçûyinê û derketin derve û şer û herêmên leşkerî, ew çalakî nayê lidarxistin.

Peyama Murat Karayilan

Bi helkefta 37mîn salvegera damezrandina PKKê, Endamê Konseya Rêveber a PKKê Murat Karayilan beşdarî bernameyekê televîzyona MedNûçe bû û daxuyaniyek da.

Karayilan wiha got: “Divê her kes li dora vê berxwedanê bicivin û nêrîna xwerêveberiyê li ser Tirkiyeyê ferz bikin.”

Karayilan amaje kir ku pêwîst e, civaka kurd û hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê piştgiriya hev bikin.

Karayilan ragihand: "Mirovên me yên 77 salî, dayikên xwedî 5-6 zarokan şehîd dibin. Her roj li bajarên kurdan cenaze tên rakirin."

Daxuniya PAJKê

Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) i helkefta 37mîn salvegera damezrandina PKKê daxuyaniyek da.

PAJKê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Bi pêngava PKKê, jinan yekemcar li Kurdistanê serdestiya mêr û dewletê bi awayekî vekirî red kir.”

Ji aliyê din ve îro PKKê bo 37mîn salvegera damezrandina xwe li ser Çiyayê Şingalê  merasîmek lidar xist û damezrandina xwe wek partiyekê pîroz kir.

Di merasîmê de, çend çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin û herwiha merasîma bi ax spartina cenazeyên çend çehîdên PKKê hat birêvebirin.

PKK di çend qonaxên cuda re derbas bûye û nêzîkî 30 salî ye ku li dijî Artêşa Tirkiyê di şerekî çekdarî de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst